Diyarname
Di EURO 2008 de maçên çarîk fînal temam bûn û tîmên ku derketin nîv fînalê diyar bûn.
Piştî ku maçên çarîk fînalê yên EURO 2008 temam bûn çend roj navber dan maçan. Lewma îro maç nîn e.
Di encamên maçên ku di çarîk fînalê de hatin lîstin de 4 tîm, Almanya, Tirkiye, Rusya û Spanya derketin çarîk fînalê. Maçên çarîk fînalê dê 25 û 26'ê mehê bêne lîstin.
Li gor encamê dê 25'ê mehê Almanya û Tirkiye, 26'ê mehê de jî Rusya û Spanya di nîv finalê de bi hev re bilîzin.
Kîjan tîm bi ser bikevin dê derketin fînalê û maça ji bo destavêtina Kûpaya EURO 2008 bilîzin. Maça fînalê jî di 29'ê mehê de tê lîstin.