Enqere
Li ser bûyera li Licê ku Medenî Yildirim lê hat kuştin, BDP'ê xwest meclis dest bi lêkolînê bike.
Roja 28'ê pûşperê li gundê Hezana Licê ya Amedê gundî ji bo qerepolên nû neyên çêkirin çalakiya şermezarkirinên dan dest pê kirin. Lê ji qereqolê gule bi ser wan de hatin barandin û ciwanê kurd Medenî Yildirim hat kuştin. BDP'ê li ser vê bûyerê pêşniyarnameyeke da meclisê û xwest Meclis li ser bûyerê lêkolîneke bê bikin. Di pêşniyarnameyê de hat diyarkirin ku, di pêvajoya çareseriyê de her kes li benda gavên şênber û samîmî ne. Di pêşniyarnameyê de hate gotin ku, ligel gerîlayên PKK'ê vedikişin biryarên di dema şer de hatin girtin di pêvajoya çareseriyê de tên lidarxistin.
Di pêşniyarnameyê de hate bilêvkirin ku êrîşên hikumetê yên li hemberî çalakiyên demokratîk di mijara pêvajaya çareseriyê de bêbaweriyeke mezin çêbû û wiha hate gotin: "Herî dawî 28'ê pûşperê leşkeran girseya çêkirina qereqola li gundê Hezanê şermezar dikir gulebaran kir û welatiyekî me jiyana xwe ji dest da û 8 welatî jî birîndar bûn. Dewletê di nava 30 salên dawî de li hemberî komkujiyên li dijî sivîlan bi gotina 'dewleta kûr kirin' xwe jê xilas dikir, vê carê jî serî li rêbaza provokasyonê da. Ligel leşkeran raste rast girse da ber gulebaranê û kesek qetil kir û 8 kes jî birîndar kirin, rayedarên hikumetê bi gotinên 'ji nava girseyê gule berdan û leşkeran jî gule berdan hewayî û ji ber vê yekê ev hemû hatin jiyîn' bûyer bi gotinên ji rastiyê dûr îzah kirin. Ev yek jî nîşaneya bûyer dê bê veşartin."
BDP'ê xwest ku di zûtirîn demê de li ser bûyerê lêkolîn bê kirin û kiryar bên darizandin.
***
Hin nûçeyên eleqedar:
- Cenazeyê Yildirim ji aliyê bi hezaran kesî hate veşartin
- Gultan Kişanak qala meseleya Licê kir
- Li Lîceyê kesek hat kuştin, 10 birîndar hene