Diyarname
Ji roja sêşemê serê sibê de polîsan êrîşê çalakgerên li taksîmê kir, ev bîlanço derket holê:
- Li gor Midûrê Emniyetê yê Stenbolê Huseyin Çapkin 2 hezar polîsî di êrîşa bi ser çalakgeran de cih girtiye.
- Li gor ajansan, ji gel 54 bi giranî, bi giştî 526 kes birîndar bûn.
- Ji rojnamegeran 21 kes birîndar bûn, 4 rojnameger hatin binçavkirin (Ev agahî ji Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê hat)
- Niha li Taksîmê, li Parka Taksîmê çalakgerên parkê diparêzin hê jî hene û li wê derê bi cih bûne. Lê li qada Taksîmê û kolanên derdorê polîsan bi êrîşên dijwar ji çalakgeran paqij kir. Kolanên derdora Taksîmê ji bo trafîkê hatin vekirin.
- Her wiha Platforma Piştgiriya Taksîmê daxuyaniyeke weşand û bang li dinyayê kir ku li hemberî şîdeta polîsan reaksiyonê nîşan bidin.
Foto: Îhsan Kaçar
***
Hin nûçeyên eleqedar:
- Platforma Taksîmê: Em naçin ciheke din
- Li Taksîmê êrîşa polîsan dom dike -2
- Polîsan êrîşê çalakgerên li Taksîmê kir
- Heyeta bi Erdogan re hevdîtinê pêk bîne diyar bû
- Ji bo Berxwedana Taksîmê çi gotin?
- Qad di destê gel de ye: Li Taksîmê gel bi ser ket
- Onder ji nexweşxaneyê derket