Diyarname
PEN’a Kurd ku kongreya xwe li Amedê li dar xist, piştî kongreyê daxuyaniyeke weşand. Em bêyî destê xwe bidinê em vê daxuyaniyê diweşînin:
***
Ji çapemenî û raya giştî re
8‘emîn Kongreya Navenda Pena Kurd, di bin dirûşima "Em bi cîkirina bendên manîfestoya Gironayê li ser mafê ziman, li welatê xwe dixwazin" di rojên 18 û 19’ê gulanê de li Amedê hate lidarxistin.
Di encama kongreyê de komîteya birêveber a nû ku ji heft endamên sereke û du endamên yedek pêk tên, hate hilbijartin.
Endamên hilbijartî: Şêxmûs Sefer Serokê Navenda Pena Kurd, Bêrîvan Doskî Cîgira Cerok, Kakşar Oremar Sekreter, Mem Mîrxan Berpirsê Darayî û her wiha Dilşa Yusif, Perî Şêx Salih û Salih Kevirbirî jî wekî rêvebir hatin peywirdarkirin. Her wiha Omer Fîdan û Îrfan Babaoglû jî wekî endamên yedek yên rêveberiya giştî hatin diyar kirin.
Cihê şanazî û dilxweşiyê ye ku di komîta nûhilbijartî de nûneriya her çar perçeyên welêt û zaravên zimanê kurdî tê de reng girtin. Her wiha sê jin di Komiteya Birêveber a Giştî de cih girtin.
Lidarxistina 8’emîn Kongreya Pena Kurd girîngiyek taybet a xwe heye ku piştî 23 salan ji damezirandina xwe karî vê carê pêngaveke wiha dîrokî li ser axa welatê xwe biavêje, bi taybet di vê pêvajoya dîrokî û nû de ku hêviyên"aştî ûçareseriya doza Kurd" tên binavkirin. Ji ber wê jî karekî wiha ji hêla rewşenbîrû civaka Kurdistanê ve bi germî hate pêşwazîkirin.
Di kongreyê de Serokê Navenda Pena Navneteweyî birêz John Ralston Saul jî bi peyama xwe piştgîrî da kongreyê û kesayetiyên naskirî yên Kurdistan, Tirkiyê û cihanê jî bi peyamên xwe yên watedar piştgîrî dan kongreyê. Bi tevlîbuna Civaknas Îsmaîl Beşikçî, Cîgira Serokê Navenda Pena Navnetewî Lucina Kathmanu Serokê Pena Çek Jîrî Dedeçek, her yekî bi peyamên xwe ev pêvajoya nû pîroz kirin.
Bi qasî du rojan gengeşe û nîqaşên girîng di kongirê de hatin kirin û di encamê de her çar komîteyên heyî yên di Navenda Pena Navnetewî de ji bo Navenda Pena Kurd hatin çalak kirin. Her wisa gelek biryar hatin standin ku di nav de; kongreyê biryar da ku Navendeke Pena Kurd hebe û ew jî bikaribe li gorî pîvanên Pena Navneteweyî kar û barên xwe bimeşîne. Di kongreyê de biryara herî girîng ew bû ku li ser bicihkirina xalên manefestoya Gironayê ya ku Navenda Pena Navneteweyî wekî bingeha azadiya ziman dibîne û dibêje “Her civakeke xwedî ziman, mafdar e ku zimane xwe bi awayeke fermî bikar bîne. Pirengiya ziman, dewlemendiya mîrateya cîhane ye, divê bê pejirandin û parastin. Hurmeta ji bo tevahiya çand û zimanan, ji bo tekuzkirin û pêkanîna aştî û diyalogê bingeh e.”
Ji ber wê jî kongreya 8’emîn a Navenda Pena Kurd bang li Navenda Pena Navneteweyî û komîteya Mafê Ziman û Wergerê dike ku xebatan, ji bo bicihkirina xalên manîfestoya Girona li Kurdistanê bike.
Di dawiyê de Navenda Pena Kurd daxwaz dike ku hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê ji bo bihêzkirina wêje û zimanê kurdî li dora PEN’a KURD kom bibin û têbikoşin.
Komîteya Birêveber a Giştî ya Navenda Pena Kurd
20 Gulan a 2013
***
Têbiniya Diyarnameyê: Mem Mîrxan geriya û got ku agahiyên di nûçeya Diyarnameyê de* şaş in û got ewê daxuyaniyê jixwe bişînin. Vaye me daxuyaniya PEN'a Kurd weşand lê wisa dixuye ku tevliheviyeke heye. Ger ji endamên Komeleya Nivîskarên Kurd, ji endamên komîteya amadekar a avakirina Pena Kurd a Amedê nivîs û agahiyên ku meseleyê zelaltir bikin bên emê biweşînin.
*Nûçeya eleqedar: Rêveberiya nû ya PEN'a Kurd hat hilbijartin