Cemil Oguz
Derhêner Ahmet ILgaz li ser erebên Misir û Sûdanê ku anîne Tirkiyeyê û bûne tirk belgefîlmekî kişand.
Di destpeka salên 1900'î de ji bo wan bidin xebitandin ji Misir û Sûdanê gereban tînin Dalamana Muglayê. Ew niha bûn mijara belgefîlmekî û belgefîlmê bi navê "Sutlu Çîkolata (Çîkolataya bi şîr)" çîrokan 'tirkiyeyiyên din' pêşkêş dike. Derhênerê belgefîlmî Ahmet Ilgaz dibêje, "Ger temaşevan bibîne ku Tirkiyeyê ne yek tîp e dê li xweşa min biçe."
Sal 1905. Hîdîvê Misrî Ebbas Hîlmî Paşa ji bo ku di nav erdên xwe yên li Dalamanê de bide xebitandin ji Misir û Sûdanê mirovan tîne Tirkiyeyê. Paşa piştî ku deynên xwe nade û erdên wî ji dest diçin, piraniya reşikên ku hatine Tirkiyeyê vedigerin welatê xwe, hin li vê derê dimînin. Yên ku dimînin Dalamanê ji xwe re wekî war hildibijêrin. Ew ên ku bi tirkî nizanin di nav gelê hêrêmê de dibin yek, bi demê re 'dibir tirk'; wisa dibin êdî neviyên wan bi erebî nizanin. Lê rengê çermê wan cihêbûna wan nîşan dide.
Galaya "Sutlu Çîkolata" li Navenda Çanda Fransiz li dar ket. Belgefîlm qala çîroka 10 malbatên ku ereb ku 'bûne tirk' dike û dikeve dû pirsa 'Tirkiyeya wan cihê ye, yan wekî Tirkiyeya ku em pê dizanin e?" Û di belgefîlm de karakterên rengîn Ereb Hemmet, “Maykil” Aziz, Ereb Salih, Kubilay, Barış, Melek, Sait, Musa Siva, Sevim derdikevin pêş, çîrokan wan a rengîn tê nîşandayîn.
Ereb bûne tirk
Derhêner Ilgaz li Zanîngeha Marmarayê hîndekar e. Rojekê li pirtûkekê fotografê Stasyona Trênê ya Dalamên dibîne û dibêje, "Min çawa ev nedîtiye" lê di rastiya xwe de ew stasyoneke ku trên naçe ber e. Berdewama wê em ji derhêner Ahmet Ilgaz guhdarî bikin: "Bala min kişand. Paşê ez hîn bûn ku Ebbas Paşa xwestiye koşkek çêbike, proje tevlihev bûne, li Dalamanê stasyona trênê, li Îskenderiyeyê jî koşk çêkirine. Ez dema çûm wê derê min mêze, min stasyon danî aliyekê, ji dêvla vê min ev mirov dîtin, bala min kişand û min ew kişandin. Ji ber ku stasyon tenê hinek magazînî bû, meyê bigota 'dîsa karê tirkan' û emê bi keniyana ew qas. Lê ev girîngtir bûn."
Ilgaz dibêje "Min meraq kir ka li Tirkiyeyê mirov reşik be çawa ye" û wiha berdewam dike: "Li ser vê meraqê min xwest li ser wan tiştekî bikim. Bi vê ezê hînê tiştinan bibama, pêre jî min xwest hinên din jî bînin. Bi vî awayî proje derket holê."
Li gor derhêner hejmara erebên li Dalamanê ne diyar e, kes nizane heta niha çend kes çûne, çend li wir mane.
Ahmet Ilgaz wisa berdewam dike: "Ew der ciheke rengîn e, lê hêdî hêdî belav dibin. Min pirsî bi erebî dizanin yan na. Jixwe di fîlm de jî digotin, 'berê me li stranên erebî guhdarî dikir, niya min bi erebî çêr dikir' yanê. Niha ew hînê erebî nebûne, bûne tirk."
Rizgarbûna ji tek tîpî
Belgefîlm 43 deqîqe ye. Niha dike ku di Dokumanterist de belgefîlm nîşan bide, paşê bişîne Festîvala Antalyayê.
Derhêner Ahmet ILgaz li ser ziman û çanda wan jî van gotinan bilêv dike: "Dibe ku zimanê xwe neaxivin lê bi ya min çanda wan winda nebûye. Cihê ne. Ji ber ku rengê çermê wan cihê ye, cihê li wan dinêrin. Ew karakterên rengîn in. Bi ya min ew zarok jî, extiyarên wan jî rengîn in, jixwe dema diaxivin tu bi hezkirin lê guhdarî dikî. Bi ya min rengê wan winda nebûye. Lê dema li ciheke ew qas hindik bin jî guherîn pêk tê."
Derhênerê "Sutlu Çîkolata" dibêje "Dema temaşevan li belgefîlm temaşe kir ez dixwaze bibîne ku Tirkiye ne tek tîp e" û wiha berdewam dike: "Ez dixwazim ji vê tek tîbê ku bi zor nîşanî me didin rizgar bibim, bibêjim belê li vir reşik jî hene lê hemwelatiyên Tirkiyeyê ne. Em bi tiştên wisa nizanin, ji ber ku çapemenî her gav tiştên dixwaze, rastiyên xwe nîşanî me dide. Belgefîlm wisa tiştin ku tişteke ku çapemenî nexwaze nîşanî me bide jî tu pê nîşan didî."
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçeyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçeyên Diyarnameyê qedexe ye.