Berlîn
Rêberê PYD’ê Salih Muslim ji bo ajansa nûçeyan Reuters axivî. Muslim diyar kir ku, li rojavayê Kurdistanê û qadên Sûriyeyê ên kurd bi awayekî tund rastî êrîşên hêzên Esad tên.
Muslim da zanîn ku, di navbera kurdan û hêzên li dij rejîmê de peymana ne êrîşkirinê hatiye îmzekirin, diyar kir ev peyman bûye sedema êrîşên hêzên Esad. Muslim wiha got: “Piştî hevdîtinên aştiyê yên di navbera PKK û Tirkiyeyê de rejîma Esad ji piştigiriya Enqereyê ya ji bo kurdan nerehet bû û ket nava fikaran."
Rêberê PYD'ê Muslim ku ji bo konferansekê çûbû Berlînê pirsên rojnamegerê Reutersê bersivand. Muslim destnîşan kir ku tu alîkarî ji Tirkiyeyê negirtine û bal kişand ser komkujiyên li Heleb û Hesekê pêk hatine. Muslim wiha got: “Me di serî de li Şamê û herêmên din biryara ku em ne aliyên tu kesî ne girt. Polîtîkaya me ew e ku em xwe û herêmên xwe biparêzin."
Salih Muslim di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku, herêmên kurdan herêmên gelek dewlemend in û eşkera kir ku ne tenê Esad, rêveberiyên pêşerojê jî dixwazin li vir bibin serdest û got: “Niha li herêma kurdan ji 10 hezarî zêdetir hêzên YPG’ê hene ku wê derê diparêzin."
Muslim li ser lihevkirina wan û Artêşa Azad jî wisa got: "Kurd tenê dema ku Artêşa Azad temînata Sûriyeyek demokratîk û laîk bide dê tevlî wan bibin, lê Artêşa Azad di nava xwe de Selefî û cîhadiyan dihebîne."


