Diyarname
Kovara du mehane ya bi kurdî W di hejmara xwe ya Adar û Avrêlê ku niha derket de li ser kovargeriya kurdî disekine.
Kovara W ku her hejmarê dosyayeke amade dike, di vê hejmara xwe ya 46'an de jî dosyayeke amade kiriye û dosyaya W'yê bi navê “Zend û Bendên Kovargeriya Kurdî” li ser kovargeriya kurdî ye.
Di dosyayê de Samî Tan, Feratê Dengizî, Asya Genim, Suleyman Çevîk, Kenanê Nado, Nesrîn Navdar, Serwet Denîz, Bulend Gedîk, Dilawer Zeraq, Hasan Kaplan, Mahmûd Lewendî û Sîdar Jîr nivîs nivîsandine û serê xwe bi meseleyê êşandine.
Ji nivîsên din, Adar Jiyan "Pêwendiya zanyarî û felsefeyê", Berken Bereh jî li ser Mehmed Uzun nivîs nivîsandiye. Wênesaz û nivîskar Fewzî Bîlge jî bi "Helbesta Qeşeng" di kovarê de cih girtiye. Ji bilî van gelek çîrok, helbest û gotar hatine weşandin.
Kovara W ku li Amedê tê amadekirin û ji bo çapê tê şandin, diyar kiriye ku di hejmarên xwe yên “Gulan û Pûşper” û “Tîrmeh û Gelawêj”ê de dê dosyaya “Di çîroka kurdî de sih (30) salên dawî” amade bike û ji niha de bang li nivîskaran kiriye ku keda xwe bixin nav vê keda wan.
Ji bo têkiliyê:
kovarawe@hotmail.com