Hannover
Li Saksonyaya Jêrîn ku duyemîn eyaleta mezin a Almanyayê ye vê roja yekşemê 6 mîlyon hilbijêr dê herin cem sindoqan û rêyên xwe bidin berendaman. Li vê eyaletê gelek kurd dijîn. Li ser navê kurdan du berendam Gulten Keloglu û Yilmaz Kaba ji lîsteya Partiya Çep dikevin hilbijartinê.
Keloglu di nav tiştên ku dê bike de gotiye ku ger bê hilbijartin dê polîtîkaya ku kurdan kirîmînalîze dike bîne rojevê.
Berendam Kaba jî gotiye ku ji bo cejna êzîdiyan bibe betlaneya fermî dê bixebite.
Gulten Keloglu wekî keça malbateke ji Dîgora Qersê di sala 1980'ê de li Lehrte hatiye dinê. Ew demekê di YEK-KOM'ê de xebitiye û cîgiriya serokê federasyonê kiriye.
Yilmaz Kaba jî bi eslê xwe ji Wêranşarê ye, wekî kurê malbateke êzîdî di sala 1985'an de li Celleyê hatiye dinê.