Diyarname
Nivîskar Fehim Işik di panela "Pînokyo yekemîn car bi kurdî ye" de got: "Heta niha bi xêra dayikan kurdî hatibû vê derê, lê niha êdî dayik jî nikarin bi zarokan kurdî bidin hînkirin ji ber ku zarok kurdî xeber nadin."
Weşanên Evrenselê demek berê pirtûka Carlo Collodî ya bi navê "Pînokyo" bi wergera Turkan Tosin weşandibû. Di vê çarçoveyê de, di 31'emîn Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê de bi amadekirina Weşanên Evrensel û Kovara Tîrojê panela bi navê "Pînokyo Yekemîn Car bi Kurdî ye" hat li dar xistin. Di panelê de nivîskar Fehîm Işik û wergêra pirtûk Turkan Tosun wekî axifger amade bûn.
Tosun qala pêvajoya xwe ya wergera pirtûk kir û got ku dema werger dikir dîtiye ku çiqas biyaniyê kurdî ye, lê her peyvek ku wergerandiye û ger nizanibûye ji der û dor pirsî ye.
Nivîskar Fehim Işik jî qala ziman a li parçeyên kurdan kir, qala wêjeya kurdî kir û got ku li nav kurdan wêjeya devkî pêşketî ye. Işık wisa got: "Li nav me wêjeya devkî ku zarokan eleqedar dike jî gelke pêşketiye lê ev hê nehatine nivîsîn. Zivistanan bi şev ji me re çîrok vedigotin ku hemû karakterên wan, bûyerên wan li ser kurdan bûn."
Işik qala rewşa niha ya zimanê kurdî jî kir û got: "Heta niha bi xêra dayikan kurdî hatibû parastin û heta vê demê hatibû, lê niha êdî dayik jî nikarin bi zarokan kurdî bidin hînkirin ji ber ku zarok kurdî xeber nadin."
***
Nûçeyên eleqedar:
- '10 sal in pirsgirêka me ya azadiya ramanê heye'
- Weşanên Aramê bi 13 pirtûkên nû li Fûarê ye
- Jan Dost beşdarî Fûara Pirtûkan a Stenbolê dibe
- Weşanxaneyên kurdan ên beşdarî Fûara Pirtûkan dibin diyar bûn
- Îsal çalakiyên kurdan kêm in
- Fûara Pirtûkan a Stenbolê xwe amade dike