Li Serêkaniyê ya rojavaya Kurdistanê çeteyên çekdar ên Koma El Şam û Nasra êrîşê gel kirin. Di encama êrîşê de Serokê Meclisa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl û kesek din ku hê navê wî nayê zanîn hatin kuştin, 3 kes jî birîndar bûn.
Hêzên YPG'ê bersiva çeteyan da. Hat gotin ku piştî bersivdara YPG'ê koma çeteyan bi paş ve vekişiya ye.
Konseya Bilind a Kurdan ku di meha tîrmehê de hatibû avakirin li Serêkaniyê meşeke dê li dar bixista. Di dema ku gel ketiye nav tevgerê endamên hêzên çekdar ên li bajêr nehiştine. Serokê Meclisa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl û endamên Asayîşê yên kurd çûn cem hêzên çekdar ku rê vekin. Lê hêsên El Şam û Nasra bi guleyan bersiv dan. Di vê gulebaranê de Serokê Meclisa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl û ciwanekî din hatin kuştin û 3 endamên Asayîşê birîndar bûn.
Abid Xelîl ku di sala 1973'yan de li Serêkaniyê hatiye dinê û li Şamê Zanîngeha Ragihandinê xwendibû bavê sê zarokan bû.
Piştî bûyerê hêzên YPG'ê bersiva çeteyan dan û çete bi paş ve vekişiyane. Hate gotin ku pevçûn li ser rêya Dirbesiyê didome.
Roja 8'ê vê mehê bi sedan endamên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê ku ji ser Tirkiyeyê re ketin Serêkatiya rojavaya Kurdistanê. Serêkaniyê ku ji adara 2011'an ve aram bû, piştî vê hewldanê ji aliyê hêzên Sûriyê ve bajar hat bombekirin. Di encamê de herî hindik 10 sivil mirin, nêzî 70 birîndar çêbûn û li dor 11 hezar kesî jî ji wir koç kir.
DÎHA