logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Ristika Morîkan ango Hawara Jinên Dengketî

Fatma Savci ku em wê bi pirtûkên helbestan; “Gulên Qasid”, “Xewnên Zivîn”, “Bîra Birînê” û bi pexşana ku bi navê “Şewq û

  • Dîrok: 14/11/2012
  • Beş: Serbest

Bawer Rûken

Fatma Savci ku em wê bi pirtûkên helbestan; “Gulên Qasid”, “Xewnên Zivîn”, “Bîra Birînê” û bi pexşana ku bi navê “Şewq û Payiz”  nas dikin. Îcar bi wêrekiyeke mezin berê xwe daye qada çîroka kurdî. Kurteçîrokên bi navê  Ristika Morîkan re ji xwînerên xwe re di qadeke din de dibişire. Ew pirtûka çîrokan ku ji yanzdeh kurteçîrokan pêk hatiye ji Weşanxaneya Avestayê hîn nû derçûye. Yanê hîn bêhna çapxane û belavkaran li ser e.
Di vê pirtûkê de hema hema bi awayekî ‘xwennivîskê’ hatiye vegotin. Jixwe nivîskar di çîroka dawî de vê yekê ji me re dibêje. Em bi awayekî şahidî bi xêra tevlîbûna nivîskar a çîrokan re dibînin ku car carnan daxilê mijara çîrokan dibe car carnan jî wekî temaşevan ango vebêjer ji dûr ve dîtinin xwe vedibêje. Geh bi çavên jinên navsale geh jî bi xof û tirseke lerzok ya keçikeke piçûk hûrik hûrik tevna xwe dirêse.
Di hemû çîrokan de metafora pîrejinê ku wekî temsîlkirina Kurdistanê jî mirov dikare bixwîne, bi awayekî şênber bikaraniye. Di karakterê wan pîrejinên ku di hema hema her çîrokê de derdikeve pêşberî me derûniya jinên êşkişandî; bi taybetî jî derûniya jinên ku rabirdûya xwe winda kirine bi çavekî jinî û vegotineke jinî radixe ber me. Û tiştê balkêş ew e ku ew jinên ku êşên wan ew qasî şênber dibin, ji neçarî bi derd û xemên xwe razî dibin. Wekî qedera xwe.
Di van çîrokan de ku hêmayên realîzma efsûnî pir xweşik hatiye neqşkirin. Bi xêra vê yekê bandora şerê ku herî pir li ser giyanê jinên kurd kiriye li pêş çavên me tê raxistin. Ew şerê ku dil û hinavê jinan şewitandiye. Ew şerê ku tu kes tê de hêsrên wan nabîne. Tevî ku her roj ji her beşa civakê yek derdikeve ser ekranan ango di quncikê rojnameya xwe de dinivîse jî dema ku tê bîryardayînê jin her gav li dû ye. Di wê qorziya ku ji mêran ve xuya nake daye. Di heman demê de di van çîrokan de dihêle ku em li eynîka giyanê xwe jî binêrin. Di hawara dayikên ku tu kes dengê wan nabihîze û çawa li hesabê serdestan tê wisa nîşan didin.
Di van çîrokan de metafora malê jî pir hatiye bikaranîn. Hem ji vê yekê mirov dikare derxîne ku nivîskar bîra rabirdûya xwe dikî hem jî wekî li xwe vegereke ku ji çawa ewlad ji hemêza dayikê derketiye ê dîsa bi vegerekê vê birînê der bike, jî dikare were xwendin.
Çawa ku di helbestên wê de hêmayên xwazeyê cih digirtin. Di çîrokan de jî me li erdnîgariyeke bindest bi awayekî bêrîkirin derdixe gerê. Û dihêle ku xwînêr bi destên xwe yên zindî cîhana gotinan û ya xwazeyê bipelîne û şewata di dil û hinavên wan de hest bike.
Di vê pirtûkê de gotin bi per û bask dibin û ber bi cîhana xwînêr ve bi firê dikevin. Geh bi baskên xwe yên tûj yên ku ji gotinan pêk hatine dilê mirov xwîn dikin geh jî bi sivikahiya xwe deriyê çîrokên ku dayikên me di zaroktiyê de digotin bi ber dilê me dixîne. Di van çîrokan de karekterên wê teyrikên bihuşt û dojehê ne. Bi qasî ku bihuştê di çavên xwe de dihewînin heman demê agirê dojehê jî gur dikin.
Ristika morîkên rengîn ku her yek di can û cesedê zarokên rûheyv, bejnroj, awirazman û dilxwaze de ji hemêza dayikan digindirin; newalên kujeran, çiyayên xwînxaran, deştên û bêriyên talankaran û çemên ku bi qirêjiya xwe herimandin e belav dike. Belê belav dike da ku rojekê li ser ristikekê dîsa rêz bibin û şên bên. 

rukenba@hotmail.com

***

Nûçeya eleqedar:

- 'Ristika Morîkan' a Fatma Savci derket


 
   
    

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Bi wêneyan Newroza 2011'an

ad

Li Swêdê rewşa vîrusa koronayê

ad

Pîrekê Amerîka bi şîmpiyonê dinya

ad

Bi kayyumê dest danîn ser Agirî jî

ad

Anketa Şîrketa Gezîcî: HDP bendavê derbas dike

ad

Kes ne li bendê bû: Tuchel hat qewirandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname