Diyarname
Chelsea wekî teknîk dîrektorê xwe yê nû bi teknîk dîrektorê Portekîzê Luiz Felipe Scolari re li hev kir.
Tîma îngilîz Chelsea îsal di fînala Lîga Şampiyonan de lîst lê dîsa jî teknîk dîrektorê xwe Avram Grant ji kar qewirand. Chelsea niha bi teknîk dîrektorê brezîlî Luiz Felipe Scolari re li hev kir.
Li gor nûçeya malpera Premier League, Scolari ku di EURO 2008 de teknîk dîrektorê Portekîzê ye piştî bi dawîbûna tûrnûvayê dê li Chelsea dest bi kar bike. Li bendê ne ku 1'ê tîrmehê Scolarî dest bi karê xwe bike.
Tîma Scolari Portekîz ku di Koma A de ye di maça yekem de Tirkiye bi 2-0, maça duyem de jî bi 3-1'ê Komara Çek têk bir. Portekîz niha di komê de yekemîn e û mafê derketina ji komê bi dest xistine. Her wiha rexnegirên sporê tîma Scolari Portekîzê wekî favoriyê tûrnûvayê nîşan didin.


