Stenbol
Tevî navbeykarên rojiya mirinê ya 96’an Yaşar Kemal, Zulfu Lîvanelî û Mehmet Bekaroglû, gelek rewşenbîrî xwest daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bêne qeûblkirin. Rewşenbîran nerazîbûnek tund nîşanî gotina Serokwezîr Eroogan a bi awayê “Dixwin û şovê dikin” dan û diyar kirin ku muxatabê vê yekê serokwezîr e û berpirsê mirinan jî dê serokwezîr be.
Nivîskarê navdar Yaşar Kemal, Mehmet Bekaroglû, Zulfu Lîvanelî, Murathan Mungan, Yildiz Ramazanoglû, Mustafa Alabora, Fatma Gok, Gencay Gursoy, gelek rewşenbîr û siyasetmedar tevlî civîna çapemeniyê ya li Hill Otel a Taksîma Stenbolê bûn.
YAŞAR KEMAL: NIFŞEK DÊ TUNE BIBE
Nivîskarê navdar Yaşar Kemal bi bîr xist ku wî û Mehmet Bekaroglû û Zulfu Lîvanelî ji bo greva birçîbûnê ya 96’an navbeynkarî kirine û got: “Me mirin dîtin. Em di ya yekem de bi ser ketin, em ya duyem re mijûl bûn û çend kesên din hebûn em mijûl bûn... Zilmek mezin li van zarokan hate kirin. Beşek ji wan mirin, beşek ma. Di wê demê de kurê wan, bavê wan dê bibin aliyê vê têkoşînê, dê nifşek tune bibe. Ez tiştek zêde nabêjim, ez naxwazim bêjim jî."
Di dema civîna çapemeniyê de Kemal bi rêya hevsera xwe balavokek li endamên çapemeniyê belav kir û got; “Ger mirovek bimire û mirov vê yekê temaşe bike, ev êşa herî mezin e. Ev li mirovahiyê nayê."
BEKAROGLU: YÊN GAVAN NEAVÊJIN BERPIRSÊN MIRAN IN
Siyasetmedar Mehmet Bekaroglû jî hikumet nîşan da û got; “Yên ku pêngavan neavêjin ew berpirsên mirinan in" û nerazîbûnek tund nîşanî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan da. Bekaroglû got: “Birêz Serokwezîr hûn misilman in, çawa dikarin wiha biaxivin? Tu behsa xwarina ku mirovan sê meh berî niha xwariye dikî. Em li ser mirinan diaxivin. Hûn çawa dikarin wiha biaxivin? Hema dest ji vê yekê berdin û daxuyaniyek bidin. Ger hûn wisa bikin hûn dê qezenc bikin, Tirkiye dê qezenc bike.”
LÎVANELÎ: MUXATAB NE ÇALAKGER, LÊ SEROKWEZÎR E
Zulfu Lîvanelî jî got: “Di vê kêliyên ku em civîna çapemeniyê li dar dixin de mirov nêzî mirinê dibin” û diyar kir ku sedema civîna wan a li vir ew e ku êdî mirin çênebin. Lîvanelî da zanîn ku nêrîna wan çi be jî ya girîng jiyana wan e û got: “Muxatabê vê yekê ne kesên dest bi rojiya mirinê kirine. Ew dibêjin 'doza min ji jiyana min girîngtir e' Mirov çawa dikare wan razî bike. Ji ber wê jî muxatab hikumet û serokwezîr e.”
AKTAN: HETA NIHA JÎ WEZARETÊ BERSIV NEDAYE
Serokê Desteya Navenda TTB’ê Prof. Dr. Ozdemîr Aktan bi bîr xist ku ew ji ezmûnên berê dizanin ku di roja 40’emîn de nexweşiyên mayinde peyda dibin û di roja 60’emîn de jî êdî mirin dest pê dikin. Aktan got: “Ji bo em biçin girtîgehan me gelek carî serî li Wezareta Dadê da, lê heta niha bersivek nedane me.”
MUNGAN: DIVÊ EM BIBIN DENGÊ BINDESTAN
Nivîskar-helbestvan Mûrathan Mûngan jî wisa got: “Ez îro ne ji ber ku rewşenbîr, helbestvan û nivîskar im, li vir im, ji ber ku ez hemwelatî me û xwedî zanyariyên jiyanê me li vir im.”
Mûngan got ku divê her kes dengê xwe derbixe û ev yek lê zêde kir; “Em mirovên bi siûd ên ku dikarin xwe baştir îfade bikin, em neçar in bibin dengê kesên nikarin xwe îfade bikin, mirovên bindest, mexdûr.”
RAMAZANOGLU: DIVÊ HER KES DESTÊ XWE TÊXE BIN KEVIR
Yildiz Ramazanoglû jî diyar kir ku ji bo zarokên mexdûrên ên TMK'ê (zagona têkoşîna li dijî terorê) 5 hezar kes di kurtedemê de hatine cem hev û lê li hemberî girtiyan bêdengiyek heye. Ramazanoglu nerazîbûn nîşanî vê bêdengiyê da. Ramazanoglû ji her kesê xwest ku her kes destê xwe têxe bin kevir.
Prof.Fatma Gok jî ev gotin anîn ziman; “Em bi fikar in, bi guman in” û rojiyên mirinê yên salên 96 û 2000’ê bi bîr xist û destnîşan kir ku dikarin daxwazên girtiyan qebûl bikin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Turkalî: Serokwezîr tu dê bêjî wijdana min nîn e?
- JI HEMÛ GULËN MÎNA GULANÊ(*) RE
- Pirsa rojê: Kî derenwan dike?
- Demîrtaş: Em dixwazin Ocalan bê Amedê
- Çalakiyên îro li her derê didomin
- Karîkaturîstê brezîlyayî çalakiya birçîbûnê xêz kir
- Polîsên rêveberê BDP'ê bi giranî birîndar kir
- Mebûsên jin ên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin
- Mîtînga Batmanê bi beşdariya 10 hezaran dest pê kir
- Komeleya Nivîskaran: Bila her kes pêşî li mirinan bigire
- Baydemir diçe cem TUSÎAD û Yaşar Kemal
- Şivan Perwer: Li hemberî greva birçîbûnê bêdeng nemînin
- Navên hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne
- Nivîskar û rewşenbîran piştgirî da grevan
- Li Ewropayê çalakiyên piştgiriyê
- Bajar bi bajar çalakiyên ji bo grevê
- Zarokên Apê Mûsa jî di grevê de ne
- 41 roj in greva birçîbûnê didome
- Şaredaran piştgirî da Greva Birçîbûnê
- Kaya û Sariyildiz jî ketin greva birçîbûnê
- 36 roj in girtî di grevê de ne