Diyarname
Îro di klûba Tirkiyeyê Fenerbahçeyê de ji bo serokatî hilbijartin hebû. Serokê berê yê Fenerbahçeyê Aziz Yildirim û Hakan Safi, du berendam hebûn. Di hilbijartinê de Yildirim 17 û 245 deng girtin. Safi di 9 û 927 dengî de ma.
Piştî vê encamê peyamên pîrozbahiyê ji bo Yildirim hatin belavkirin. Serokê Amedsporê Nahit Eren jî peyamek belav kir. Eren li ser hesabê xwe yê X'ê peyam belav kir û got, "Aziz Yildirim ê ji bo Serokatiya Fenerbahçeyê hatiye hilbijartin ez pîroz dikim û serketinê jêre dixwazim."


