Diyarname
Fîlmê Îlker Çatak ê bi navê "Sari Zarflar" di 76'emîn Festîvala Fîlman a Berlînê Berlînaleye de Xelata Hirça Zêrîn girtibû. Fîlm niha di Beşa Fîlmên Navneteweyî de wekî pêşberendam ji bo Oscarê hat nîşandayîn.
Akademiya Zanist û Hunerê ya Sînemayê ku ew Oscarê didin, roja 1'ê gulanê biryarek stand. Li gor vê biryarê fîlmên bi îngilîzî nehatine kişandin ger li Gestivala Sundance "Xelata Mezin a Juriyê ya Sinemaya Dinyayê", li Berlînê "Xelata Hirça Zêrin", li Cannesê "Xelata Palmiyeya Zêrîn", li Venedîkê "Xelata Hirçê Zêrîn", li Torontoyê "Xelata Platformê", li Busanê "Xelata Fîlmê Herî Serketî" girtibe ew dikarin ji bo Oscarê wekî berendam bêne nîşandayîn. Bi vî awayî fîlmê "Sari Zarflar" bêyî welate nîşan bide ji bo Oscarê bû berendam. Her wiha li gor biryarê di Xelata Pêşbaziya Navneteweyî de xelatê nadin welat, raste rast didin derhêner.
Fîlmê "Sari Zarflar" fîlmekî bi tirkî ye lê sazkar Almanya ye. Li Almanyayê berendamên Oscarê diyar nebûne, lê berî ev yek bibe jî Sari Zarflar bû berendam.


