Diyarname
Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê êrîşa li dijî endamê komeleyê, helbestkar û muzîkarê Yeqîn H. Şermezar kir. Komeleyê wisa got: “Gotina divê dawî bê gotin emê di serî de bêjin; ji aliyê kê ve û bi kîjan sebebê hatibe kirin em wekî nivîskar û wêjekarên vê civakê di serî de wan kesan û pêre wê mantelîteyê şermezar dikin...”
Daxuyaniya komeleyê wisa dom dike: “Li gorî daxuyanî û nivîsên Yeqîn H. kesên ku ji xwe re gotine ‘em welatparêz in’ ev êrîş kirine û heta aniha ji tu sazî û rêxistinên li Mersînê di derheqê vê bûyerê de ne Yeqîn H. û ne jî raya giştî bi agahî û daxuyaniyên xwe tatmîn nekirine. Qet nebûya divê bihata gotin ew kesên ku ev êrîş kirine ne di xeta me ya welatparêziyê de ne. Eger wan nasdikin jî divê tekiliya saziyekî ku mafê kurdan diparêze wan li cem xwe nehewînin û tevî bûyerê wan kesan jî şermezar bikin.”
Daxuyaniya komeleyê dibêje ew hêvî dikin ku di demeke nêz de faîlên bûyerê eşkere bibin, lêborîna xwe ji zimanê kurdî, ji muzîka kurdî bixwazin. Komeleyê di dawiya daxuyaniyê de wisa got: “Em hêvî dikin ku ew ‘şibandina’ dijminê me derbasî nav civaka me nebibe û eger wîrusek peyda bibe jî em jinav xwe derbixînin. Em hêvî dikin ku ew êrîşa îro li helbestvanê kurd bûye bi wijdanê rewşenbîrane û bi refleksa civakeke demokrat cihê xwe yê mustehaq bibîne. Em hêvî dikin li dijî ziman û çanda kurdî qet nebe ji îro pêve wê tu kes newêribe destê xwe rabike...”
***
Her du nivîsên Yeqîn H. yên li ser mijarê:
- Ji bo raya giştî nameya duyem
- Ez heme
*
Nûçeyên eleqedar:
- Hin kesan êrîşî Yeqîn H. kirin