logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya peyvan:  Reqabet
  2. Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê
  3. Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e
  4. Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye
  5. Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin
news-details

Hat nûkirin: Rewşa Îsmaîl Beşîkçî stabîl e

  • Dîrok: 28/09/2025
  • Beş: Nûçe

Diyarname

 

18.00:
BAKIRHAN ÇÛ SERDANA BEŞÎKÇÎ

Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan ligel mebûsên DEM Partî Cengiz Çandar, Meral Daniş Beştaş, Sinan Çiftyurek, Serhat Eren, Hevserokê DBP'ê Keskin Bayindir çûn ber nexweşxaneyê û li halê Beşîkçî pirsî.
Bakirhan diyar kir ku rewşa Beşîkçî baş e.

Saet 13.00:
BER BI BAŞIYÊ VE DIÇE LÊ TALÛKE DIDOME

Serokê Baroya Tabîbên Amedê Veysi Ulgen: Rewşa Îsmaîl Beşîkçî ber bi başiyê ve çûye, lê ji ber cihê xwîn çûye hê jî talûkeya canê wî heye.
Odeya Tabîbên Amedê li ber Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê daxuyanî da çapemeniyê.
Hevşaredarên Bajarê Mezin, hevşaredarên naveçeyan, rêveberên DEM Partî û rêveberên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî di dema daxuyaniyê de amade bûn.
Serokê Baroya Tabîbên Amedê Ulgen daxuyanî da û got: "Êvarê dema birin nexweşxaneyê tansiyona wî bilind bû, ji xwe nexweşiya wî ya tansiyonê heye û derman bikar dianî.  Pêşî tansiyon daxistin. 
Vê sibê di tomografiya hat kişandin de hat dîtin ku xwîn ber bi pêş ve neçûye, yanê rewşa giştî xira nebûye. Ev agahiyeke kêfxweş elê hê cihê xwîn Çûye kê bi rîst e loma talûke heye. Lê li gor kêliya pêşî niha ber bi erînî ve pêşketin heye. Pirsgirêka axaftinê, pirsgirêka aliyê rastê, pirsgirêka çûn û hatina bîrê didome, bersivên bê wate dide pirsan. Di vî warî de di bin qontrolê de ye.\

Hevşaredar Bucak: "Em hêvî dikin ku Îsmaîl Beşîkçî baş bibe"
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî spasiya xwe ji bo seferberiya rêveberiya zanîngehê û bijîşkan ji dema bûyerê ve anî ziman. Bucak wisa got, Em hêvî dikin dê mamosteyê me baş bibe û têkoşîna bi rûmet a kurdan hê baştir bigire dest. Em wekî rêveberên herêmî em li vê derê ne."

Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî İbrahim Gurbuz jî wisa got, "Ez hêvî dikim dê mamoste Beşîkçî ji bo jiyanê têkoşînê bike û beşa bibe. Ez hêvî dikim emê dîsa bi hev re xebatên xwe bidomînin. Ez sipasiya her kesî dikim ku em bi tenê nehiştine."

***

Îro, berî nîvro:
- Serhekimê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Mehmet Ata Akil: Di kontrolên me yên 24 saetan de me dît ku di mejiyê wî xwîn zêdetir nebûye û rewşa nexweş wekî hidrosefal tiştek neyînî çênebûye. Ji ber xwîn çûbû ser mejî bi zehmetî axaftin û bêhîsî ya aliyê rastê dewam dike. Rewşa wî stabil e. Dermankirina wî li nexweşxaneya me didome.

Prof. Dr. Cenap Ekinci: KÊFA WÎ HAT CIH
Prof. Dr. Cenap Ekinci û hin doktor çûne serdana Beşîkçî. Ekinci dibêje wekî doktorên kurd em hatin serdana te, ligel nexweşiyê jî serê xwe ba kir, kêfa wî hat cih.

***

LI FÎLMAMEDÊ NEXWEŞ KET
Êvara 27'ê mehê li FîlmAmedê civaknas Îsmaîl Beşîkçî nexweş ket û ew bi lezgînî rakirin nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Amedê. Doktoran got ku rewşa wî giran e û talûkeya jiyanê heye.

Mebûsên DEM Partî, Hevşaredara Bajarê Mezian a Amedê Serra Bucak û gelek kesên din çûn nexweşxaneyê.

Duh êvarê di çarçoveya Festîvala Belgefîlman a Amedê FîlmAmed de nîşandayîna belgefîlmê derhêner Fatin Kanat û Onder Înce ê bi navê "Beşîkçîyê Me" hebû. Beşîkçî jî ji bo vê yekê li Amedê bû. Piştî nîşandayîna belgefîlm rewşa Beşîkçî xirab bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Serhekimê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Mehmet Ata Akil li ser rewşa Beşîkçî agahî da û got, "Îro saet dor 18.10'an bi Beşa Lezgîn 112 sosyolog-nivîskar Îsmaîl Beşîkçî anîn beşa nexweşên lezgîn. Ew girtine bin ewlehiyê. Piştî tetkîkan derket polê ku xwîn çûye mejiyê wî. Ligel ku serxwe be jî ji ber xwîn çûye cihê mejiyê ku ev der cihek krîtîk e talûkeya canê wî heye. Em ji nêz ve reweşa wî dişopînin."

 

...Her ku agahiyên nû bên emê belav bikin....

Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast#H.KovanBaqî# #diyarname #3deqe#nivîskar#

news

diyarname podcast# #diyarname #3deqe#diyarnamenûçe#nivîs#nivîskar

news

Bandora vî fîlmî li ser pirtûkan û li ser ziman

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

Omer Dilsoz: (di)yekrêzî

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Diyarname Podcast shorts#booktok #kovar#nûbihar# #pirtûkênkurdî #diyarname

news

Omer Dilsoz: Ka “şîva miriyên vê fûarê!”

news

Diyarname Shorts sernivîs nûçe #podcast#nûçe#çandhuner

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

Dixwazin zozaneke din a kurdan talan bikin

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Dilşêr Bêwar: Tava li belekiyan bişirî

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 30 07 2026

Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin

news
  • 29 07 2026

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

news
  • 27 07 2026

Neviyê Şêx Seîd Hasan Basrî Firat mir

news
  • 26 07 2026

Serdan çêbû; Deriyê Nisêbîn-Qamişloyê wê vebe? 

news
  • 25 07 2026

Di bernameya Yenî Partî de li ser kurdî çi nivîsîne?

news
  • 24 07 2026

Partiyek din beşdarî siyasetê bû: Yenî Partî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes 

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Çîrokan kurdan ev e: Piştî 30 salan bav û kur hatin ba hev

ad

Li Avustralyayê zebeş

ad

Bêsebeb gora Dalî vekirin

ad

Yildirim: Kalên we Kurdistan qebûl kir, hûn çima xweseriyê qebûl nakin?

ad

Di dema hilbijartina Başûr de ciwanekî hat kuştin

ad

'Pencere' êdî bi kurdî ye jî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

  • 29 07 2026
news

Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê

  • 29 07 2026
news

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

  • 29 07 2026
news

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

  • 30 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname