Diyarname
Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) li Tirkiyeyê bi her awayî fûtbolê bi rê ve dibe. Heta niha kurdî neketibû nava qeydên TFF'ê, niha Amedsporê ev yek şikand.
Ji bo yên nizanin, mesele wisa çêbû:
Di nav fûtbolê de sponsoriya herî buha reklama aliyê pêş a li ser formayên lîstikvanan e. Amedsporê îsal sponsorek peyda nekiribû ku reklama wan li ser formayê bide. Îsal 4 hefteyên pêşî yên Amedsporê bi vî awayî derbas bû; di hefteya 5'an de yek ji kompaniyên Amedê "Tezgel" bû sponsorê Amedsporê. Logoya TEZGEL'ê li ser formayê dan.
Diruşma TEZGEL'ê jî bi kurdî ye û bi vî rengî ye, "Koma me, bo na we". Di maça vê hefteyê ya Amedsporê ya ligel Pendîksporê de Amedsporê ev formaya bi reklam li xwe kir û derket sehayê.
Bi vê yekê cara yekê kurdî jî ligel lîstikvanan derdiket sehayê û bi vê yekê cara yekê kurdî ket nav qeydên TFF'ê. Û di vî wari de Amedsporê dîrokek nû li dîroka xwe kir.


