Diyarname
Li bajarê Koln a Almanyayê îro hilbijartin hebû. Li gor encamên ne fermî yên ku vê êvarê hatin belavkirin berendama kurd Bêrîvan Aymaz bi sedî 28'ê dengan bû yekemîn. Lê ji bo serketinê divê berendamek sedî 50+1 bigire. Tu berendamî ev deng negirt, loma wê hilbijêr roja 28'ê mehê careke din herin cem sindoqê û dengan bidin.
Di hilbijartina îro de Berivan Aymaz berendama Partiya Keskan bû. Aymazê sedî 28 deng girtin û bû yekemîn. Piştî wê berendamê SPD'ê Torsten Burmester bi sedî 21,3'yê dengan bû duyemîn. Ji CDU Markus Greitemann jî bi sedî 19,5'ê dengan bû sêyemîn.
Ji ber ku tu berendamî/ê nekarî sedî 50+1'ê dengan bi dest bixe dê Dora Diduyan çêbibe. Di Dora Diduyan de du berendamên herî zêde deng girtine wê bikevin hilbijartinê. Ew jî Aymaz û Burmester in. Hilbijartina Dora Diduyan roja 28'ê mehê ye.
BÊRÎVAN AYMAZ KÎ YE?
Siyasetmedar Bêrîvan Aymaz ji Çewligê ye. Roja 5'ê tîrmeha 1972'yan hatiye dinê, 1978'an de ligel malbata xwe koçî Almanyayê kiriye.
Ew ji ciwaniya xwe ve di nav siyasetê de ye. Di sala 2017'an de ji bo Parlemena Eyelata Ren-Vestfalyaya Bakur hatiye hilbijartin. Ji 2022'yan ve li Parlemenaa Eyaleta NRW'ê Cîgiriya Duyem a Serokatiyê dike.
DEMÎRTAŞ Û MIZRAKLI BANGA PIŞTGIRIYÊ KIRIBÛ
Rojek berî hilbijartinê siyasetmedar Selahattin Demirtaş û Hevşaredarê berê yê Amedê Selçuk Mizrakli ji girtîgehê nameya piştgiriyê ji bo Aymazê belav kiribû. Siyasetmedaran gotibû, "Em bang li gelê me yê li Kolnê dijî û bang li hemû dostan dikin ku di hilbijartinê de piştgiriya xurt bidin Bêrîvan Aymazê. Bi vê sedemê em bangê dengdanê dikin. Bi hêviya rojên azad de em hev bibinin."


