Vîdeoyek:
Diyarname
Pirtûkek nû ya çîrokan derket bi navê "Çîrokên Zindanê". Pirtûka ku Osman Uludag amade kiriye ji Weşanên Aryenê derketiye.
Osman Uludag li Almanyayê dijî. Ji sala 2014'an ve ye ji bo girtiyan nameyan dişîne, dan û standinê dike. Ev xebata niha li ber dest jî encama vê dan û standinê ye. Di pirtûkê de çîrokên ku girtiyên siyasî yên li zindanan ji bo wî rê kirine wî dane hev, bi kurdî wekî pirtûk çap kirine. Li gor gotina Uludag ew fikirîne van wergerînin tirkî û bi tirkî jî çap bikin, lê dibêje, "Ji bo motîvasyona pêşxistin û hînbûna kurdî zêde bibe, divê mirov qîmeteke taybet bide zimanê kurdî yê ku di rewşeke xeter de ye; dezajantajên wê gelek in û ev reftara me jî helwesteke adilane ye. Nivîs ên bi kurdî bêyî bên wergerandin bên weşandin."
Di pirtûkê de gelek girtiyan bîranînên xwe kirine çîrok û nivîsandine.
16 çîrok di pirtûkê de cih girtine. Bêrîvan Zatsan, M. Said Dayan, Zennud Durdi, Mustafa Tunçyuzlu, Huyla Alokmen Uyanik, Orhan Çaçan, A. Selam Baran, Mahbut Aba, Nuri Akbulut, Namet Eripek, Selman Çetiner, Serdar Gulen, Fehmi Arslan, Mehmet Yavuz, Nusret Yildiz û Yakup Guneş bi çîrokên xwe di pirtûkê de cih girtine.
Her wiha siyasetmedar Leyla Guven jî ji bo pirtûkê pêşek nivîsiye. Guven sipasiya amadekar kiriye û dûre gotiye, "Ji hundir û derve bi sedan kes dor civiyan. Hinekan name û bangewazî di ber çavan re derbas kirin, hinekan teşwîq kir, hinekan nivîsî, hinekan piştgiriya darayî kirin. Ev karekî xerîb e. Ew qas mirovên ku hevdu nedîtine û dê nebînin bi hinceta pirtûkekê nêzî hev bûn; dîwar caxên pola, kamera bêçare bûn, lê bişirîna li ser Lêvan wan mayinde bû."
- Çîrokên Zindanê / Amadekar Osman Uludag / Weşanên Aryen / Çîrok / 2025 / 197 rûpel


