Diyarname
Kosova piştî 4 salên serbixwebûna di bin çavdêriyê de niha tam gihîşt serxwebûna xwe. Bi civîneke li Prîştîneyê biryar ji bo dinyayê hat ragihandin. Di civînê de Wezîrê Maliyeyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şimşek jî amade bû.
Serokwezîrê Kosovayê Haşîm Taçî ragihand ku Kosova êdî tam serbixwe ye.
Taçî tevî Koma Rêveberiya Navneteweyî ku di nav vê komê de nûnerên 23 welatên Ewropayê, Tirkiye û Amerîkayê jî hene ev biryar ragihand.
Serokwezîrê Kosova Haşîm Taçî got ku ji niha û pêde hedefa wan ew e ku bibin endamê NATO û Yekîtiya Ewropayê (YE).
Taçî wisag ot: "Vîzyona me zelal e; endamtiya NATO û YE'yê. Niha dema pêşvebirina aboriyê, sazkirina derfetên nû yên ji bo xebatê, sazkirina reformên demokratîkbûnê. Îro ji bo pêşerojê em zêdetir bi hêvî û xweşbîn in."
Belgradê reaksiyon nîşanî vê tam serxwebûnê da.
Wekî agahî: Kosova di sala 2008'an de ji yek alî ve serxwebûna xwe ragihandibû û ji Sirbistanê veqetiya bû. Sirbistan serxwebûna Kosovayê nas nake û Kosovayê wekî parçeyeke Sirbistanê dibîne.
Paytexta Kosovayê Prîştîne ye. Zimanê fermî yê Kosovayê arnawûdî û sirbî ye. Zimanên wekî tirkî, romanî û boşnakî jî wekî zimanên herêmî têne axivîn. Li Kosovayê sedî 92 arnawid, sedî 8 gelên din (tirk, boşnak, goral, sirp, aşkalî û misirî) hene.
Kosovar li ser 10 hezar û 887 hezar kîlometrekare ye. Li gor serjimariya sala 2011'an jî serjimariya wê mîlyonek û 733 hezar û 872 kes e.