Stenbol
MAZLÛMDER ji bo Komkujiya Roboskî bê zelalkirin li Fatiha Stenbolê meşeke li dar xist, komek faşîstan bi sator û çovan êrîşê Mazlûmderiyan kir û kesek birîndar bû.
Komeleya Piştevaniya Mafên Mirovan û Mazlûman (MAZLUMDER) a Stenbolê ji bo Komkujiya Roboskiyê şermezar bikin û bûyer bê zelalkirin meşek lidar xist. Koma endamên MAZLUMDER'ê ku piştî xwarina fitaran a li Mizgefta Fatihê dest bi meşê kirin, pankarta "Edalet her demê li her derê" û "Rêya ummetê di Kurdistanê re derbas dibe" vekirin.
Koma endamên MAZLUMDER'ê ku ji nêzî 150 kesî pêk dihat piştî dest bi meşê kirin rastî komek “ulkucu”yan (nijadperestên Tirk) hatin. Koma ulkucuyan bi dar, kêr û satoran êrîşê endamên MAZLUMDER'ê kirin. Koma 10-15 kesan di êrîşê de çek, kêr û dar bikar anîn û endamekî MAZLUMDER'ê birîndar kirin. Komê di êrîşê de gotin "Vir Fatih e, hûn nikarin li vir bêjin Kurdistan" û êrîş pêk anîn. Koma MAZLUMDER'ê piştî rastî êrîşê hatin li ber Mizgefta Fatihê kom bûn û dîsa dowîza "Rêya Ummetê di Kurdistanê re derbas dibe vekirin.
Endamên MAZLUMDER'ê piştî polîs ketin navberê dîsa bi heman pankart û dowîzan dest bi meşê kirin. Balkêş bû ku polîsan ji koma MAZLUMDER'ê re gotin "Çalakiya xwe zû bi dawî bikin, dema fitarê ye, kesê ewlehiya we bistîne tune" û hişyarî kirin.


