Diyarname
Ma Musicê çendek berê bi navê "Repertuara Stranbêjiyê" pirtûkek ji bo zarokan derxist û niha bi ser vê pirtûkê re bi sernavê "Mîlyonek pirtûk, mîlyonek zarok" kampanyayeke da destpêkirin. Yên bixwazin dikarin xwe bigihînin Ma Musicê.
Ma Music li Amedê xebatên xwe yên muzîkê didomîne. Yek ji xebata wan a girîng jî di warê muzîkê de perwedekirina zarokan e. Ma Musicê çendek berê li Stenbolê jî şaxa xwe vekir û niha kampanyayeke mezin da dest pê kirin.
Li gor kampanyayê ew dixwazin ev pirtûka repertuara stranbêjiyê bigihînin mîlyonekî zarokên kurdan.
Ji bo vê yekê vîdeoyeke amade kirine û dibêjin "Ji bo zarokên welat bi stranên kurdî mezin bibin me ev kampanya daye dest pê kirin. Pirtûk ji we, gihandina pirtûkê ji bo zarokan ji me."
Yên bixwazin dikarin bi ser vê nimreyê re xwe bigihînin wan:
0549 108 15 15


