Diyarname
Microsoftê biryareke dîrokî girt. Serwîsa e-mailan a bi navê Hotmail ji holê radibe, di cihê wê de Outlook tê.
Microsofê biryar da bû lansmana Windows 8 ku kompîturên ser maseyê û tabletan di navendekê de bîne ba hev lê niha ev biryar bi paş ve xist, berî vê biryareke din da. Li gor vê biryarê dê Microsoft serwîsa e-mailê a bi navê Hotmailê biguherîne û cihê wê de dê Outlook.comê bi cih bike.
Pergalên Windows 8 û Windows Phone vê serwîsê ji xwe re wekî bingeh digirin, hin taybetî jî dê li Outlookê bêne zêdekirin. Mînak bikarhênerên ku bixwazin ji ber Skype re biaivin, ji bo vê dê Outlookê bikar bînin. Outlook dê bi torên civakî yên wekî Facebook, Twitter û LinkedIn re jî di heman rewşê de bixebite. Ji bilî vê dê bikarhêner ji ser Outlookê re xwe bigihînin serwîsên wekî Microsoft Word, Excel, PowerPoint û SkyDrive.
Hurriyet