Diyarname
Amedspor herî dawî îro ligel Pendiksporê lîst û bi 1-0 têk çû. Piştî maçê Serokê Kluba Amedsporê Azîz Elaldi peyamek belav kir.
Elaldi di peyama ku bi ser tora civakî re belav kir de got ku ji roja wî peywir girtiye her dixwaze klûbê ber bi serketinê ve bibe û wisa dom kir, "Ez wekî yekî hezkiriyê Amedsporê ligel ku problema min û malbata min a tenduristiyê hebû jî ligel hevalên me, me karê klûbê li erdê nehişt. Ji ber ku me bi serketineke baş dest bi lîgê nekir ez jî hevalên min jî bi têra xwe xemgîn bûne. Baweriya min ev e ku tîma me dê kurtedemê de were ciheke baş. Ji bo vê yekê ligel lijneya me ya rêveberiyê emê di kurtedemê de biryara sazkirina Kongreya Amedsporê bidin û vê yekê ligel amedsporiyan pave bikin."
Elaldi di dawiya peyamê de gotiy eku bila her kes bizanibe ew û hevalen wî wekî duh û îro, sibê jî dê di xizmeta Amedsporê de bin.
Elladi bi gotina "Bijî Amedspor" peyama xwe temam kiriye.


