Diyarname
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku heta niha 39 gilî û 26 binpêkirin hatine qeydkirin û got: “Divê gotarên namzetan û partiyan li gorî rêgezên Komîsyonê bin ku me li ser vê yekê agahdar kirine.”
Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelayî ji medya Iraqê ragihand ku heta niha 26 binpêkirin bi rêya komîteyên jêrî di nivîsgehan de hatine wergirtin, hatine tomarkirin ku beşek ji wan ji aliyê encûmenê ve hatine derxistin û yên din jî di bin lêkolîn û lêpirsînê de ne.
Cumane Xelayî got: “Heta niha 39 gilî pêşkêşî Komîsyona Hilbijartinê hatine kirin û gelek binpêkirin hatine tomarkirin. Di derbarê axaftinên medyayî yên partiyan de jî gelek pirsgirêkên me hene ku gelek caran me hişyarî dane. Divê axaftinên wan li gorî rêgezên Komîsyonê be.”
Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelayî da zanîn ku kes nikare karta biyometrîk ya kesek din bikarbîne, tenê dengdêr tenê dikare bi karta xwe deng bikarbîne.
HILBIJARTINA PARLEMENA BAŞÛR
20'ê vê mehê li Herêma Kurdistana Federe 6'emîn Hilbijartina Parlemenê heye. Ji 25'ê meha borî ve propagandaya ji bo hilbijartinê dest pê kiriye. Heta 15'ê mehê dê propaganda birome. 18'ê mehê hilbijartina taybet (di vê de hêzên ewlehiyê, hêzên dewletê wekî doktor û hwd deng didin), 20'ê mehê jî gel dê deng bide. Partiya bi ser bikeve dê hikumetê saz bike.


