Amed
Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) biryara qedexekirina navê Navenda Çandê ya Ciwanan a Cegerxwîn a li Amedê şermezar kir û got; “Tu kes nabêje ku 'Cegerxwîn' bêjeyeke tirkî ye. Ev bêje, bi kurdî ye û li gor alfabe û rêgezên zimanê kurdî saz bûye. Kurdî û tirkî du zimanên ji hevdu dûr û cuda ne.”
Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê ya KCD'ê di daxuyaniya ku weşand de nerazîbûnek tund nîşanî biryara qedexekirina navê 'Cegerxwîn' û navên din ên bi kurdî da.
Komîsyonê got; “Şaredariya Navçeya Kayapinar a Amedê, wekî gelek şaredariyên BDP’yê, navên kolan, kuçe, qadên bajarên xwe, yên ku ne li gora çanda gel in, vedugehere û li şûna wan, navên kurdî bi kar tîne. Ji ber ku ev helwest li gor daxwaza şêniyên bajêr bi cih tê, rast e û di cih de ye.
Mixabin ev helwesta demokratîk, rastî astengiyan û qedexekirinan tê. Qeymeqamê Kayapinarê navê 'Navenda Ciwan û Çandê ya Cegerxwîn' û gelek parkên ku navên wan bi kurdî ne, wekî Parkên; Zembîlfiroş, Dewrêşê Evdî, Nefel, Ciwan, Sosin, Aştî, Yek Gulan, Rojda, Rojbin, Roşna, Berfîn û.hwd qedexe kir û Dadgeha Kargêriya Yekemîn a Amedê jî, biryara qedexekirinê pesend kir. Sedema qedexekirina navên kurdî, qanûna ku di sala 2006’an de bi destê AKP’yê hatiye çêkirin e. Li gor vê qanûnê; nabe ku navên kuçe, kolan, cade û bûlvaran, derveyî rêgezên bingehîn ên makezagonê û zagonên heyî bin û nabe ku ev nav derveyî rêgezên exlaqî bin û bibin sedema cudaxwaziyê û parçekirina welêt û nabe ku bêjeyên ku li gor zimanên biyanî saz bûye, bê bikaranîn. AKP dibêje, em rê li ber demokratîkbûnê vedikin, me dawî li asîmîlasyonê aniye, me qedexekirina axaftina kurdî ji holê rakiriye, me ji kurdan re TRT 6 vekiriye. Belê AKP'ê zagonên ku mafên kurdan nas nake, ziman qedexe dike, naguhere. Di ser de, zagonên nû yên ku asîmîlasyon û tunekirina kurdan û zimanê kurdî dike hedef, li dar dixe. Dirûtiya AKP'yê di her warî de bi vî awayî dimeşe.”
KCD’ê got; “Dadgeha Kargêriyê di biryara xwe de destnîşan kiriye ku navê “Cegerxwîn” ne li gor ferhenga TDK'yê (Saziya Zimanê Tirkî) ye. Ev rast e. Tu kes nabêje ku 'Cegerxwîn' bêjeyeke tirkî ye. Ev bêje, bi kurdî ye û li gor alfabe û rêgezên zimanê kurdî saz bûye. Kurdî û tirkî du zimanên ji hevdu dûr û cuda ne.”
Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê ya KCD’ê wiha dom kir; “Têkoşîna me, ji bo gelê kurd, mafên xwe yên; siyasî, çandî û civakî, ku ev hemî, mafên neteweyî ne, bi dest bixin. Berî her tiştî jî, azadiya zimanê kurdî daxwaza herî serkeye ku ev jî, bidestxistina mafê perwerdehiyê ye. Û ji bo me mafekî jêneger e. Heta di Makezogonê de statuya gelê kurd destnîşan nebe û her mafên kurdan neyê naskirin, dê astengiyên wisa her derkevin holê. Em wekî Komîsyona Ziman û Perwerdehî ya Kongreya Civaka Demokratîk, qedexekirina zimanê kurdî, wekî gaveke nayê qebûl kirin dibînin û vê helwestê şermezar dikin. Em bangî Meclisa Tirkiyeyê dikin ku rojek berî rojekê dev ji asîmîlasyonê berde û makezagoneke demokratik ava bike.”
***
Nûçeya eleqedar:
- Qeymeqamî navê Cegerxwîn û 19 navên din qedexe kirin