logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Ji ber bi kurdî xeber dida hat binçavkirin

  • Dîrok: 29/05/2024
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Li Kuçeya Hunerê ya Amedê bi navê Pine Kafe heye ku xwediyê wê Ramazan Şimşek e. Şimşek çend roj berê ji bo çapemenî ragihandibû ku ew bi mişteriyên xwe re bi kurdî xeber didin. Şimşek îro hat binçavkirin.
Şimşek di Rojên Cejna Zimanê eşkere kiribû ku ew bi mişteriyên xwe re tenê bi kurdî xeber didin. Piştî vê yekê li tora civakî li hemberî wî êrîş çêbûbûn, yên ku tehdîd kiribûn, yên ku banga polîs û dozgerina jî kiribûn derketibûn holê. 
Şimşek duh jî bi ser hesaba xwe ya tora civakî re jî eşkere kiribû ku daxuyaniya wî şaş hatiye fêmkirin, yan jî bi taybetî berevajî kirine û gotibû, "Em ne dijî zimanên din in, bi taybetî ne dijî tirkî ne. Em dijî nijadperestî bi xwe ne. Em dibêjin zimanê kurdî di xetereyê de ye. Li hemberî xetereyê em bi zimanê xwe bipeyivin, xizmetê jî em bi zimanê xwe bikin. Yên bi tirkî dipeyivin dikarin bipeyivin, dikarin bi me re jî bipeyiyivin, Lê em bi kurdî bersivê didin. Armanca me ew e em balê bikişînin ser zimanê kurdî."
Û îro polîsan bi ser kafeyê de girt û Ramazan Şimşek girt bin çavan.

BAKIRHAN XWEDÎ LI PÎNE CAFEYÊ DERKET
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan bi ser hesabê xwe yê X'ê re bi kurdî peyamek belav kir û got, "Ji ber xizmeta bi zimanê dayikê êrîş birine ser Pîne Çand Kafeyê û xwediyê Kafeyê jî hatiye girtin. Em van zordarî û bêtehemuliyê şermezar dikin. Em dizanin ku ev êrîş bingeha xwe ji neyartiya li kurdan û li kurdî distîne û bi sedan sal in ev polîtîka li dar e. 
Îsal me bi şiyara Her Dem Kurdî, Her Der Kurdî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û Pîne Çand Kafeyê jî xizmeta xwe bi temamî bi zimanê dayikê dida. Ev ji bo me şanazî û rûmet e. Lewma divê em xwedî li zimanê xwe derkevin û van polîtîkayên qirêj pûç derxin."
Bakirhan di dawî de got, "Pîne Çand Kafe mala me ye."

HATIMOGULLARI: XIZMETA BI KURDÎ NE SÛC E
Li aliyê din Hevseroka DEM Partî Tulay Hatimogullari jî di peyama belav kir de got, "Bi kurdî xizmet dayîn ne sûc e. Li Amedê êrîşa li ser Pine Kafeyê nayê qebûlkirin. Ev êrîş di serî de li hemebrî gelê kurd, zimanê kurdî û êrîşa li hemberî hemû zimanên zikmakî ye. Bila xewdiyê Pîne Kafeyê Ramazan Şimşek di cih de bê berdan.

BAROYA AMEDÊ: EMÊ XWEDÎ LÊ DERÊN
Li ser girtina Şîmşek Baroya Amedê daxuyaniya nivîskî belav kir û got ewê piştgiriya hiqûqî bidinê.
Baroyê li hemberî zimanê kurdî bêtehamulî derketiye holê, cudakarî xwe nîşan daye, ligel ku bi zimanê kurdî xizmetkirin karekî meşrû û zagoniye jî bi îdîaya sûc kiriye ew hatiye binçavkirin. 
Baroya Amedê di dawiyê di wisa got, "Em bang dikin ku dawî li zordariyên li ser kurdî bînin, astengiyên li pêşiya kurdî ku nahêlin li li saziyên dewletê bêne bikaranîn bêne rakirin, dawî li kirinên li pêşiya xizmetên bi zimanên din bînin, tenê ji ber vê yekê jî xebatkarên kafeyê divê di cih de bê berdan."

Va ye ew vîdyo:
 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Serokdewleta Koreya Başûr ji peywirê hat girtin

ad

Li Amedê "Rewşa Wêjeya Kurdî"

ad

Xwendingeha folklora kurdî; Hesen Zîrek

ad

Ji bo Kiliçdaroglu kî çi got?

ad

Ji tehma devê Mandela pirtûk derket!

ad

Nivîskarê xwediyê Nobelê Kenzaburo Oe mir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname