logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Kî çi got?

  • Dîrok: 02/04/2024
  • Beş: 2024: Hilbijartina-Herêmî

Diyarname

Li ser destdana vîna gelê Wanê kî çi got? Me ew dan hev. 

ÎMAMOGLU: NENASKIRINA VÎNA GELÊ WANÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu twitek belav kir û got, "Biryareke ku hiqûqnasan wekî derveyî hiqûqê nirxandiye û bi vê biryarê nedana mazbatayê ji bo Berendamê DEM Partî yê Şaredariya Bajarê MEzin a Wanê tê wateya ku vîna gelê Wanê nas nakin. Ev yek nayê qebûlkirin. Li hemberî feraseta ku hilbijartinan bi armanca siyasî bi biryarên darazê kulek dikin; divê em hemû bi hev re dijî vê biryarê derkevin û em mecbûr in alîgirê demokrasiyê bin. Serdestiya milet yek ji nirxên bingehîn a Komara me ye. Ez bang li hikuletê û heyetên dadgehan dikim ku dest ji kirinên xwe yên van salên dawî berdin, hurmetê nîşanî vîna gel ku vîna herî mezin ev e bidin."

Wekîlê Koma CHP'ê Gunaydin: Em vê yekê qebûl nakin

Wekîlê Koma CHP'ê yê li Meclisê Gokhan Gunaydin li ser Wanê got, "Dest danîne ser vîna gelê Wanê. Ne mimkûn e em tiştek wisa qebûl bikin."

Gokhan ji bo MA'yê gotiye ew ligel rayedarên DEM Partiyê di nav dan û standina bi telefonê de ne û gotiye, "Li Tİrkiyeyê 86 mîlyon hemwelatî me û 61 mîlyon hilbijêrên me hene. Astengikirina van û polîtîkaya kayûmê bûye klasîka AKP'ê. Ligel ku di hilbijartina herêmî ya dawî de sîle xwariye jî tê dîtin ku feraseta AKP'ê naguhere. Dest danîne ser vîna gelê Wanê. Ne mimkûn e em tiştek wisa qebûl bikin."

Li ser berî mesaî biqede bi 5 deqeye girtina biryareke wisa jî Gokhan gotiye, "Plankirina meseleya îadeya mafên memnû nîşan dide ku ev yek bi niyeteke baş nehatiye kirin. Emê vê pêvajoyê bişopînin."

SEROKÊ TÎP'Ê DIÇE WANÊ

Serokê Giştî yê TÎP'ê (Turkiye İşçi Partisi) Erkan Baş û Cîgirê Giştî Ergun Dogan ligel heyetek sibê ji bo piştgiriya Şaredarê Wanê Abdullah Zeydan dê herin Wanê. TÎP'ê bi ser hesabê xwe re ev agahî ragihand û got, "Ji bo piştgiriya DEM Partî û Hevşaredar Abdullah Zeydan ewê sibê herin Wanê. Emê li hemberî derbey, kayûm û destdanîna ser vîna gel bêdeng nemînin!"

RAMANLI: NEDIKARÎ BIBE BERENDAM ÇIMA YKS'Ê QEBÛL KIR?

Mebûsê Huda-Parê û berendamê Şaredariya Batmanê Serkan Ramanli di twita belav kir de got, "Piştî hilbijartinê nedana mazbatayê ji bo berendamê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ê serketî, destdana vîna geLê Wanê ye. Madem nedakirî bibe berendam YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) çima berendamtiya wî erê kir? Bi lîstikên Ali Cengîz bi destxistina kursiyan asta daketine herî jêr a siyasetê nîşan dide."

BABACAN: EZ VÊ BÊHIQUQIYÊ ŞERMEZAR DIKIM

Serokê DEVA'yê Ali Babancan bi tiwetê wisa got, "Li Wanê biryara nedana mazbatayê ji bo kesê bi dengên gel hatiye hilbijartin, dayîna berendamên di rêza duyemîn de nayê qebûlkirin. Ez vê bêhiqûqiyê şermezar dikim."

KILIÇDAROGLU: HEVSEROKÊ BOP'Ê TU BI AGIR DILÎZÎ

Serokê beRê yê Kemal Kiliçdaroglu bi sernavê "Hevserokê BOP'ê (Projeya Mezin a Rojhilata Navîn) tu bi agir dilîzî) tu bi agir dilîzî" twitek belav kir û got, "Ev welat li ser bingeha demokrasiyê hatiye avakirin. Ne tu, efendiyên te bên jî dê nikaribin vê biguherînni. Gelê Wanê biryara xwe daye, tu nikarî tiştek bikî. Li gor edalet û demakrosiyê tev bigere mazbatayê bide kesê serketî!"

Kiliçdaroglu bang li berendamê AKP'ê Abdulahat Arvas jî kir û got, "Ji bo te jî du gotinên min hene. Bi şeref be û kaxizê dane destê de biqetîne bavêje. Wî kaxizî biavêje ku li Wanê tu bikaribî serbilird bigerî. Firsenda nêrîna çavên zarokên xwe û gelê Wanê ji dest nede." 

Ozgur Ozel: Me hevalên xwe peywirdar kirin

Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel ku nava rojê bertekê destdanîna ser vîna gel dabû, vê êvarê bi twitek got, "Li Wanê piştî mazbata nedane berendamê serketî, ji bo vê destdanîna vîna gel bişopîne, ji bo piştgiriyê û ji bo tiştên têne jiyîn ji nêz ve bişopînin me heyetek ku ji mebûsên xwe Mahmut Tanal, Sezgin Tanrikulu, Kayihan Pala û Sevda Erdan Kiliç pêk tê peywirdar kir. 

SEROK'Ê TBB'Ê SAGKAN: EV BIRYAR DIJÎ HıQÛQÊ YE

Serokê TBB'ê (Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê) Erinç Sagkan li ser biryarê got, "Ev biryar dijî hiqûqê ye."

Sagkan got, "Li hemberî 'îadekirina mafên memnû' nerazîbûnek hebe rêya ku mirov bi ser re bimeşe ne ev e. Bi sedemên nivîsa 'hat dîtin' tune ye bay-passkirina rêbazê bi awayekî eşkere dijî hiqûqê ye. Li aliyê din salek berê ev biryar hatiye dayîn; du roj berî hilbijartinê vê biryarê bi cih tînin; ev yek tê wateya hewldana xapandina hem berendam, hem partiya siyasî û hem jî hilbijêran. 

Li gor Zagona Bingehîn, YSK (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) bi awayekî bi pergal sazkirina hilbijartinê berpirs e. Û ev berpirsiyarî di serî de parastina vîna hilbijêr bi xwe ye." 

 

***

Nûçeyên Eleqedar:

- Serokê CHP'ê Ozel: Ev tunehesibandina vîna gelê Wanê ye 

- Lijneya Hilbijartinê mazbata da berendamê AKP'ê 

- Meseleya Şaredar Zeydan: Çi qewimî bû, çawa bû? 

- Turkdogan: Çi leza we heye, hê biryareke teqez jî li holê tune ye 

- Hikumet dixwaze dest biavêje Şaredariya Wanê 


Parve Bike

Youtube Me
2024: Hilbijartina-Herêmî - Nivîsên Dawî
news
  • 02 06 2024

Li Hîlwanê DEM Partî bi ser ket (Va ne hemû encamên 7 cihan)

news
  • 01 06 2024

Li 3 navçe û 4 bajarokan hilbijartin heye

news
  • 06 05 2024

YSK'ê encamên fermî eşkere kirin

news
  • 29 04 2024

Hevşaredarê DEM Partî yê Bîrecûkê ji partiya xwe îstîfa kir

news
  • 08 04 2024

'Tu biryarek ku li gor menfeeta gel nebe li vir dê neyê girtin'

news
  • 07 04 2024

YSK'î serê Xelfetî, Sêwreg, Kerboran û Urgupî de biryar da

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

3 agahiyên nû li ser Amed Sporê

ad

Ziman, giyan û kurdperwerî

ad

Pirtûkên kurdî wê li ÎZKÎTAP'ê bin jî

ad

Nivîskar Demirtaş Ceyhun mir

ad

Li Mêrdînê jî lîstika şanoyê ya bi kurdî hat qedexekirin

ad

ANF dest bi weşana kurdî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname