Diyarname
Li bajarê Heidelbergê merasima xelatdayîna Xelata Wêjê ya Sirgunê ya Hilde Domain hebû. Di merasima ku Şaredar Martina Pfister jî lê amade bû de Bextiyar Elî xelata xwe girt.
Xelata Wêjeyê ya Hilde Domin her sê salan carek tê belavkirin. Xelatê didin nivîskarên sirgûnbûyî û bi vî awayî mijarê didin nasîn. Xelat beramberî 15 hezar euroyî ye. Merasima xelatdayînê roja 12'yê mehê li avahiya Şaredariya Heidelbergê li dar ket û nivîskar Elî xelata xwe ji destê Şaredar Pfister girt.
Juriyê bi van gotina pesnê Bextiyar Elî da û ew hêjayî xelatê dît: "Li dinyayeke qeyran û şer lê tije de Bextiyar Elî bi wêjeya xwe ji bo mirovahiyê dibe mînak. Biyografî û xebata wî li Kurdistana Iraqê bi şer re şikil digire. Bi vegotineke xurt û çîrokwarî, bêyî zordariya şer biçûk bike, her wiha bêyî veşêre, şidetê û bi hezaran kuştinan bi şibandinên polîtik wan dixe nava wêjeya bi sêhr."
Şaredar Pfister jî sipasiya Bextiyar Elî kir û got, "Ji nava salên 90'î ve li sirgûnê, li Almanyayê dijîn. Berhemên ku hûn pê navdar bûne li vê derê we afirandin. We wêje nekir malzemeyê siyasetê. Û hûn li sirgûnê dijî zordariyan jî sekinîn."
BEXTIYAR ELÎ KÎ YE?
Nivîskar Bextiyar Elî di sala 1966'an de li Silêmanî hatiye dinê. Di dema xwendekariya xwe de dijî dîktatoriya Sedam Huseyîn derket.
Yekem pirtûka wî di sala 1992'yan de derket. Ji navika salên 90'î ve li ALmanyayê dijî. Di sala 2014'an de Xelata Wêjeyê ya Şêrko Bêkes dan wî. Di sala 2017'an de jî Elî xelata Nelly Sachs girt.
Foto: Konrad Gos (Ji malpera şaredarî hatiye girtin)


