Diyarname
Li Kobanî bi merasimek taybet avahiya nû ya Zanîngeha Kobanî hat vekirin. Ji bo vê yekê şahî hat lidar xistin.
Di şahiyê de hevserokê Zanîngeha Kobanî Şervan Mislim axivî û got; "Sîstema ku berê em di bin sîwana wan de jiyan, sîstemên dagirker bûn, ew sîstemên ku xwe li ser nijadperestî û netewperestiyê ava kirine. Ew sîstemên ku em ji ziman û çanda me mehrûm kirine. Lê bi saya şehîdên me, îro ev xeyal pêk tê."
Hevserokê Hemahengî ya Zanîngehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mamoste Xelîl Elî jî wiha got; "Bi vê avahiya nu ya Zanîngeha Kobanî em pir kêfxweş in. Em vê avahiya zanîngehê li hemû kesên hazir pîroz dikin."
Di şahiyê de stran hatin strîn û xelat li endezyaran hatin belavkirin.
Di dawiyê de avahiya zanîngehê ji aliyê Şemsê Miho ku dayîka şehîd Ebdullah Miho ye ve hate vekirin.