Diyarname
Ji bo diyarkirina "zimanê herî seksî ê dinyayê" anketek hat çêkirin. 6 hezar kes beşdar bûn.
Platformeke ziman li Qraliyeta Yekbûyî, Fransa, Spanya, Îtalya, Almanya û DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) ligel 6 hezar kesî hevdîtin çêkir, zimanê herî romantîk û herî kûbar pirsî. Piraniya beşdaran zimanê îtalî wekî zimanê herî seksî û herî romantîk hilbijart.
Noel Wolf di Platforma Ziman ku ev anket amade kiriye de cih digire. Ji bo Daily Mail wisa gotiye, "Hin taybetiyên karekterîstîk ên ev paye dane îtalî hene. Dema mirov bi îtalî diaxive kirplêdanên bilind dibe û daketina rewşeke muzîkalî derdixe holê û hin kes vê yekê xweş dibînin."
Yên beşdarî anketê bûne îngilîziya Brîtanya wekî zimanê "herî kûbar", zimanê almanî jî "zimanê raste rast" ditîne.
Ji Zanîngeha College ya Longonê Patti Adank gotiye ku kesên zimanê wan ê zikmakî îngilîziye her dikevin dû melodiya fransizî û îtalî.
Di anketa platformê ya di sala 2015'an de zimanê fransizî wekî zimanê herî seksî hatibû hilbijatin. Wê çaxê 15 hezar kes beşdarî anketê bûbû.