Diyarname
Piştî ku Elon Muskî "twitter" bi navê xwe yê nû "X" bi 44 mîlyar dolarî kirî hin guhartin kirin. Di X'ê de abonetî da des pê kirin lê vê carê dixwaze ji bo her kesî bike bi pere.
Elon Muskî ragihandiye ku ji bo "pêşî li hesabên sexte bigire dê hemû hesaban bike bi pere". Karsazê mîlyarder îro ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu hevdîtin çêkiriye. Paşê axiviye, paşê li ser X'ê axiviye. Muskî gotiye, "Emê abonetiyeke bi pereyeke biçûk çêbikin. Li ser vê nîqaşek dirêj tê kirin lê bi ya min ev yek dikare pêşî li hesabên bot (hesabên sexte) bigire ku ev tekane rê ye."
Hê nayê zanîn ev şiroveya Muskî ye yan planeke ku li ser dixebitin e.
Li aliyê din hê nayê zanîn mehane dê heqê bikaranîna X'î hebe yan salane.


