Silêmanî
Qubad Talebanî ragihand ku eger pirsgirêkên navxweyî û yên bi Bexda re neyên çareserkirin wê bi demê re kûrtir bibin û got; “Gelê Kurd bi giştî bi metirsiyeke cidî re rûbirû ye.”
Cîgirê Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku ji bo hewla çareserkirina hemû pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi yekdengî û hemahengî were kirin divê di zûtirîn demê de pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bên çareserkirin û got “Kurd bi giştî rûbirûyê metirsiyeke cidî ne.”
Li gorî daxuyaniya ofîsa Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro pêşwaziya Balyoza Amerîka ya Iraqê Alina Romanowski kir. Di hevdîtinê de pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, bi taybetî mijara bûdce û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
'DIVÊ PIRSGIRÊKA MÛÇEYÊ BÊ ÇARESERKIRIN'
Di hevdîna Talebanî û Romanowski de her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku ji bo hewla çareserkirina hemû pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi yekdengî û hemahengî werin kirin divê di zûtirîn dem de pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bên çareserkirin. Her wiha hat gotin ku divê bi taybetî pirsgirêka nedayîna mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê bê çareserkirin.
'KURD RÛBIRÛYÊ METIRSIYÊ NE'
Talebanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê û gelê kurd bi giştî rûbirûyê gef û metirsiyên cidî bûne. Her wiha da zanîn ku ger ew nekarin pirsgirêkên navxweyî zû çareser bikin, dê ev qeyranên li Herêma Kurdistanê kûrtir bibin.
Talebanî hişyarî da ku ew çiqas derfetan ji dest bidin dê çareserkirina pirsgirêk û qeyranan jî aloztir û zehmetir bibin.
Her wiha Talebanî amadebûna xwe ji bo avêtina hemû gavên pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêkên bûdce û mûçeyê welatiyan nîşan da.