Diyarname
Vê 7 fîlm ketine vîzyonê. 2 fîlmên bi tirkî ne, yên din ji derveyî Tirkiyeyê hatine. Fîlmê bi navê "The Eternal Daughter" derdikeve pêş.
"The Eternal Daughter"
Fîlmê derhêner Joanna Hogg ê bi navê ""The Eternal Daughter" wekî "Sonsuz Sir" li tirkî anîne û derxistine vîzyonê.
Lîstikvan Tilda Swinton xwedî xelata Oscarê ye. Di BAFTA'yê de jî Xelata Lîstikvana Duyemîn girtibû. Di vî fîlmî ew du rolan dilîze; hem rola derhênerek û hem jî rola diya wê. Ligel Tilda Swinton; Louis, August Joshi, Carly Sophia Davies û Joseph Mydell dilîzin.
Tilda Swinton di her du rolan de temaşevanan dikişîne nava razên wan karakteran. Her du li otelek bi cih dibin û paşê bîranîn û rastiyên ku veşartine derdikevin holê. Fîlm dike ku mirov li paşerojava xwe vegere û xwe fêm bike.
Fîlm yekem car li Festîvala Fîlman a Venedîkê hat nîşandayîn. Paşê li festîvalên wekî Toronto, New York û Londonê jî derket pêşberî temaşevanan. Niha li Tirkiyeyê ket vîzyonê.
Ji fîlmên vê hefteyê "Smugglers" ku wekî "Kaçakçilar" wergerandine jî di nav van 7 fîlman de xwe nîşan dide.
Va ne hemû fîlmên heftefeyê.
- Smugglers / Derhêner Ryoo Seung Wan
- Sympathy for Devil / Derhêner Yuval Adler
- The Nun 2 / Derhêner Michael Chaves
- The Eternal Daughter / Derhêner Joanna Hogg
- Lille Allan: Den Menneskelige Antenne / Derhêner Amalie Naesby Fick / Anîmasyon
- Bulutlarin UStunde / Derhêner Deniz Çinar
- Şeytanin Elçileri / Yönetmen Ozlem Yeşilyurt