Diyarname
Kovara li ser wergerê LEWerger hejmara xwe ya 4'an pêşkêşî xwendevanên xwe kir. Kovarê bi vê hejmarê kete sala xwe ya diduyan.
LEWerwer kovara wergera helbestê ye û çar mehan carek derdikeve. Kovara ku heta niha 3 hejmar derxistibû hejmara xwe ya mehên rezber-kewçêr-sermawez-berfenbarê belav kir. Bi vê yekê ket 2 saliya xwe.
Edîtoriya kovarê di sala xwe ya nû de ji bo xwendevanên xwe wisa gotiye, "Qibleya me her LEWeke hê çêtir kemilî, hê çaktir û xwedî geşedaneke domdar e da ku her hejmarê lixwezêdekirinek hebe. Wergêr xwedî kedeke temam in; ji bo lêkirina Dîwarê Kurdî karên hêja dikin û di ber de xwêdaneke pak vedimalin. Pêdiviya wan ne bi pesnê, lê bi pûtepêdan û şêkirîneke seraqet heye. Ji lew û bi vê mebestê, di rûpela naverokê ya vê hejmarê de, li şûna navê helbestkaran em ê navê wergêran binivîsînin. Lew di nezera me de, ked û kelecana wergêran a di ber berhemekê de ne kêmî ya nivîskaran e û werger hinekî jî nivîsandina ji nû ve ya tekstan, bercestekirina ji nû ve ya hestan, hêmayan û risteyan e."
Di vê hejmarê de ji îngilîzî, farisî, erebî, swêdî heta fransî û galîsyanî ji gelek zimanan helbest hatine wergerandin. Li aliyê din bi dehan helbestên helbestvanan di kovarê de cih girtine. Ji Walter Benjamin, Arthur Rimbaud, Paul Celan, Irene Jensen, Hossein Panahi, Jacques Prévert, Maya Angelou heta Aleksandr Puşkin, Bertolt Brecht, Hovhannes Şiraz hetanî Charles Simic; ji Evdilwehab Elbeyatî heta Furux Ferruxzad, Hristo Fotev, Edgar Allan Poe û D. H. Lawrence helbestên gelek helbestvanan hatine wergerandin û belavkirin.
Ji hevpeyvînên vê hejmarê jî hevpeyvîneke kurt ku ligel wergêr David Colmer û Takako Lento hatibû kirin hatiye wergerandin.
Ji bo têkilî û xwestinê:
Instagram: @lewerger_
Twitter: @lewerger_
Facebook: lew werger
Mail: lewwerger@gmail.com


