ZIYAD EBÛ XEZALE / BEYRÛD
Tora 20'emîn a civînên Astanayê ya der barê Sûriyeyê de bi lihevkirinekê di navbera Rûsya û Îran û Tirkiyeyê de bi dawî bû. Li gorî vê lihevkirinê; çareseriya leşkerî nabe, divê çareseriyeke siyasî ya mayînde ya li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254'an pêk were.
Cîgirê wezîrên karên derve yê Kazakistanê Kanat Tomic xwest dan û standinên sêalî werin bidawîkirin. Tomic ji rojnamevanan re got: "Em dikarin bêjin ku derketina gav bi gav a Sûriyeyê ji îzolasyona herêmî nîşaneyek e ku proseya Astanayê mîsyona xwe temam kir."
Li gorî axaftina Tomic, ji ber vegerandina Sûriyeyê ya li civata dewletên Ereban, divê fermî were ragihandin ku civîna 20'an a proseya Astanayê ya dawîn e.
Diyar e ku ev ne plana her sê aliyan e ku li Astanayê hevdîtin pêk dianîn, ji ber ku her sê aliyan piştî hevdîtinan bi daxuyaniyeke hevbeş ragihand ku dê îsal civîneke din li dar bixin, lê cihê ku dê civin lê were lidarxistin, diyar nekirin.
Şîrovekarê siyasî Xadib Muxtar biryara ji nişkê ve ya Kazakistanê ya bidawîkirina hevdîtinên Astanayê spart van faktoran: "Dibe yek ji van faktoran ev be; Kazakistan dibîne ku armancên dan û standinan pêk hatin, nemaze piştî ku Şam vegeriya Komkara Erebî. Vegerandina Şamê li komkarê armanceke dan û standinên Astanayê bû û pêk hat."
Muxtar diyar kir ku dan û standinên Astanayê wekî alava zexta siyasî ya li beşdarên din ên aloziya Sûriyeyê pênase kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û dewletên Ewropayê di nav de ne. Muxtar wiha domand: "Bi domandina van dan û standinan Rûsya dikare hinek berjewendiyên xwe biparêze û bi awayekî aktîf peyam û hewlesta xwe bighîne aliyên din, lewre tevî vekişîna Kazakistanê, Moskov dixwaze dan û standinên Astanayê berdewam bikin. Berjewendiyên Rûsyayê di parastina rola xwe ya wekî navbeynkar di çareserkirina aloziya Sûriyeyê û parastina bandora xwe li herêmê de hene. Moskov dibîne ku hevdîtinên Astanayê dikeke diyalog û muzakereyên domdar di navbera aliyên têkildarî aloziya Sûriyeyê de peyda dike û her wiha îstîqrara siyasî li Sûriyeyê xurt dike."
Têkildarî senaryoyên muhtemel jî Xadib Muxtar got: "An dê dan û standin li cihekî din dewam bike yan jî dê nêzîkbûnek di navbera Tirkiye û serokê Sûriyeyê Beşar Esed de çêbe. Lê gelek kelem li pêşiya vê senaryoyê hene. Ji wan keleman; daxwazên dawîn ên Erdogan ên ji Esed re ji bo armancên hilbijartinan bû, lê piştî Erdogan careke din di hilbijartinan de bi ser ket, civînên wiha ne pêkan in."
ANHA


