Amed
Ma Akademî ku li Amedê karê muzîkê dike îsal 5'emin Rojên Ma Musicê bi beşdariya qursiyerên xwe li dar xist.
Çalakiya ku di navbera 7-11'ê mehê li dar ket de hunermendên ciwan, zarokên li Ma Akademiyê dersên muzîke didîtin hunera xwe pêşkêş kirin. Konserên piyano, keman, tembûr û hwd din hatin pêşkêş kirin.
Konsera dawî ya Rojên Ma Musicê êvara 11'ê mehê li dar ket. Konsera dawî ya fînalê rastî eleqeyeke baş hat. Di konserê de zarokan bi enstruman û bi stranên ku gotin temaşevan coşandin. Piştî konserê zarokên ji akademiyê mezûn bûn bawername girtin.
Li aliyê din Kordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar got ku roja 6'ê tîrmehê roja 2'yemîn salvegera Ma Musicê ye û banga başdariya çalakiya ku wê rojê dê li dar bixin kir.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- 'Rojên Ma Musicê' bi konsera zarokan dest pê kir
- Fermo bernameya 'Rojên Ma Musîcê'