Diyarname
Komeleya Wêjekarên Kurd îro TMMOB'a Amerê 2'yemîn Kongreya Xwe ya Asayî li dar xist.
Di kongreyê de mebûsê Yeşîl Sol Partî yê Wanê Sinan Çiftyurek reveberen DBP'ê, endamên Dayikên Aştiyê, endamên Komîsyona Ziman a Baroya Amedê, endamên TUHAD-FED, MED-DER, TJA û hin nivîskar amade bûn.
Axaftina destpêkê endamê Komîsyona Ziman a Baroya Amedê Eyup Akdeniz kir û li ser girîngiya ziman sekinî.
Piştî sazkirina dîwanê, Hevgerînendeyên Kovara Destarê Heval Dilbijar û Jin Aryen axivî û paşê kongreyê dest pê kir.
Piştî axaftin û nîqaşan hilbijartin çêbû. Fatma Taşli Tunç û Rêdûr Dîjle ji bo Hevserokatiya Komeleya Wêjekarên Kurd hatin hilbijartin.


