Stockholm
Li Swêdê derhênerên kurd yên ciwan ji bo belavkirina filmên Kurdî, nasandina çand û zimanê kurdî, bi armanca nîqaşkirinê ka wê bikarin çi bikin li Stockholmê kombûn.
Derhênerên kurd gihan wê tespîtê ku filmên kurdan zêde ji aliyê civaka Swêd û kurdan ve nayên naskirin û ji bo ev rewş ji holê rabe biryar dan ku pêngavên berbiçav bên avêtin. Di merheleya despêkê de biryara rêxistinekî bi navê “Stockholm Kurdish Film Festival” dan. Ji bo li Stockholmê “Festîvala Fîlmên Kurdan” bê amadekirin komîteyekî 40 kesî ya ku piraniya wan ji kurdên çar parçeyan pêkhatiye hate avakirin û karbeşî hate çêkirin.
Armanca Komeleya Stockholm Kurdish Film Festival (SKFF) filmên kurdan di televîzyon, pirtûkxane, dibistan û sînemayên Swêdê de hewil bide pêşkêş bike. Û her wiha her sal li Stockholmê Festîvala Filmên Kurdan saz bike. Bi vî awayî armanc dikin ku, çanda kurdan, pêkûtî û êrîşên li ser gelê kurd bigehînin raya giştî.
Rojnameger û derhêner Yasemîn Salik ku ew kirin Şefê “Festîvala Fîlmên Kurdan ya Stockholmê” wisa got: “Ez niha belgefîlmekî amade dikim, qismek ya dîmenan min li Amedê kişand. Min dît li Kurdistanê eleqeyek mezin didinê. Lê belê ne agahiyên min yên ji fîlmên kurdan ez wekî trajediyekê bi nav dikim. Ez wekî kurdek, min ji xwe pirsa çima heya niha min têkiliya xwe bi filmçêkerên kurd re çênekiriye kir. Ji ber vê ez gelek xemgîn bûm. Ji ber vê çendê emê li vir festîvala filmên kurdan çêbikin.”
Krîterên festîvala filman jî hate diyarkirin û li gorî vê, pêwîste fîlmên bên pêşkêş kirin, divê mijara wan Kurdistan û kurd be, derhêner bi eslê xwe kurd be û fîlmê xwe li Kurdistanê kişandibe. Lê belê fîlmên derhênerên kurd ku li derveyî Kurdistanê jî kişandibin dikarin beşdarî festîvalê bibin. Wê di festîvalê de fîlmên zaravayên kurdî nûneriya wan wekhev were girtin.
“Festîvala Filmên Kurdan ya Stockholm”ê dê di navbera 21-24’ê reşemiya 2013’yan de li Sînemaya Rîo ya navenda Stockholmê bê lidarketin.
Ji ANF'ê hatiye girtin