STENBOL
Rojnameger û weşanger Ragip Zarakolu ku îro hat berdan li ber deriyê girtîgehê axivî: "Di dema ku parêzer, rojnameger, xwendekar û akademîsyen girtîne ez diêşim. Ez ê ji niha û şûnde jî ji bo kurdan bixebitim."
Di 5 û 30'ê sermaweza 2011'an de di bin navê doza KCK'ê de 147 kes hatibûn girtin. Girtiyên ku di nav de Prof. Dr. Buşra Ersanli û rojnameger û weşanger Ragip Zarakolu jî hebûn malbat û parêzerên 23 kesan serî li dadgehê dabûn û îtîraz kiribûn. Heyeta dadgehê jî li ser vê îtiraza parêzeran der barê 15 kesên ku di nav de Nivîskar Ragip Zarakolu jî heye pêvajoya girtina wan li ber çavan girt û biryara serbest berdanê da.
Piştî ku Zarakolu ji Girtîgeha Tipa F a Hejmar 2 hate berdan û girtiyên jin ji Girtîgeha Bakirkoyê hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Xizm û malbatên girtiyan Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî di nav de bi girseyî ew pêşwazî kirin. Li ber deriyê girtîgehê Ragip Zarakolu axivî û got: "Girtina min jî û serbestberdana min jî bû surprîz. Li girtîgehê kesên parastinê temsîl dikin parêzer, xwendekar, akademîsyen, mamoste û siyasetmedar hene, ev yek min diêşîne. Hemû partiyên siyasî xwedî akademî ne. Ji ber ku me li Akademiya Siyasetê ya BDP'ê ders da em hatin girtin. Ev pir tiştek eletewş e. Bi girtin û binçavkrinan xuya dike ku ji bo kurdan damerizandina partiyan qedexe ye. Lê girtîgeh jî peywir û mîsyona akademiyan dibînin. Ji niha û şûnde jî ji bo serwextbûn û zanebûnê ez dê ji bo kurdan bixebitim. Ji bo mafê kurdan û lêgerîna mafê kurdan ez dê bixebitim."
Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Tuncel jî anî ziman ku tenê serbestberdana 15 kesan têre nake û divê hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.
Tuncel, da zanîn ku ew hêvî dikin û dixwazin ku hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.
Xebatkara Rojnameya Ozgur Gundemê Songul Karatagna û Rêvebera BDP'a Yalovayê Evrim Ozturk jî serbest hatin berdan û ji aliyê heval û xizmên xwe ve hatin pêşwazîkirin.