Diyarname
Nivîskar û rojnameger Cengîz Çandar ji Amedê li ser navê Yeşil Sol Partî berendamê mebûsiyê ye. Çanda çend roj berê li Erxenî di vekirina buroya hilbijartinê de bi kurdî axivî û ew bû rojev.
Çengîz Çandar çawa kurdî hîn dibe, çima kurdî hîn dibe, fikra wî çi ye? Bersivên van pirsan û hin pirsên din di hevdîtina Ajansa Mezopotamyayê de ne. Di hevpeyvîna ku Azad Altay pêre kiriye de wisa dibêje,"Ez çima ji vî temenî şûnde xwe hînî kurdî dikim? Vê yekê eleqeya xwe bi temamî bi rêzgirtina min a li hemberî kurdan re heye. Ji ber ku ne diyar e bê ka dê bi kar bînim an na. Li rexekê kesekê ku bi pirsgirêka kurd û kurdan re ew qas eleqedar, li rexa din jî miletekê ku welatê min ji sedî 20 ji wan pêk tê. Ew zimanê min ê dayikê diaxivin. Lê ez zimanê wan nizanim. Em ji bo ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bidin kurdan, ji bo kurdî bibe zimanê fermî têdikoşin. Heke kesek rabe û pirsa; ‘gelo tu bi kurdî dizanî?’ bike, wê demê bersiveke ku tu bikarî bidî tune ye. Madem hûn ji bo mafên gelê kurd ew qas têdikoşin – di serî de zimanê kurdî- wê demê divê mirov rêzgir be û hînî zimanê wan bibe. Min dest bi dersan kir. Min 2 saet ders digirt. Lê min nekarî 7 salan qet bi kar bînim."
Li ser çawa bûye berendam jî Çandar wisa gotiye, "Ji bo vegotina vê rewşê peyvên min dê nekarin têr bikin. Ji ber ku ez gotineke wisa nabînim ku vê kêfxweşî û şanaziya xwe vebêjim. Dema cara ewil mijara namzetiyê hatiye vekirin, Hevserokê Giştî yê HDP’ê (Mîthat Sancar) – hevalekî min pir kevn e – bi min re hevdîtin kir. Min jê re got; ‘Gelo hûn dê min li ku weke namzet nîşan bidin. Gelo dikarî îşaretekê bidî min?’ Lê tiştek negot. Ji min re got; ‘dê li bajarekê kurdan be, ne li bajarên rojava.’ Min jî jê re got; ‘ez gelek keyfxweş bûm. Ji ber ku ez bi awayekî çalak tirk im lê ruhê min kurdistanî ye.’ Min ew gotin jî cara ewil ji wî bihîstibû. Wî gotibû ku kurdistanî ye. Min jî jê re got; ‘Ez ne di wateya erdnîgariyê de Kurdistanî me lê ji hêla rihî ve kurdistanî me.’ Digotin çendek gotegot hene û Amed e. Min digot; ‘ax, xwezî ew der bûya, îşala.’ Dema vegeriyam Stenbolê, parêzerê min ez pêşwazî kirim. Ji bo radestkirina namzetan a YSK’ê tenê du saet mabûn. Lê li ser medyaya civakî hatibû belavkirin. Ji min re got ser xêrê be. Min jê pirsî bê ka ku der e. Ji ber ku bi sala ye her tim di deqeya dawî de golê diavêjin min. Got; ‘Amed.’"