Johannesburg
Rêberê berê yê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela ji ber êşa zik îro rakirin nexweşxaneyê.
Serokomarê Afrîkaya Başûr Jacob Zuma daxuyand ku Mandelayê 93 salî îro rakirine nexweyxaneyê. Hate gotin ku ji ber êşa zik ew rakirin nexweşxaneyê.
Di roja 26'ê meha borî de Mandela li Jonannesburgê rakiribûn nexweşxaneyê.
Mandela ku li hemberî rejima Apartheid a Afrîkaya Başûr têkoşin dabû û wekî yekemîn serokedewletê reşik hatibû hilbijartin. Mandela ji 2004'an ve dest ji kar û derketina nav gel berdabû. Herî dawî par di fînala Kûpaya Cîhanê ku li Afrîkaya Başûr li dar ketibû de Mandela derketibû pêşberî gel û maç temaşe kiribû.