Diyarname
Maçên yekemîn ên çarîk fînalê yên Lîga Şampiyonan îşev hatin lîstin. Ji her du maçên îşev Manchester City û Interê ji bo maça duyemîn avantaj bi dest xistin..
ENCAMÊN ÎRO
Maça Manchester City û Bayer Munihê li Stada Etihadê bû. Tîma îngilîz Manchester City rê neda tîma alman Mayer Munih keleha wê dagir bike. MC di deqîqeya 27'an de bi gola Rodri 1-0 derket pêş û nîveka yekem^ni wisa bi dawî bû.
Her çiqas MC bi 1-0 li pêş bû jî heta deqîqeya 70'î maç li navê bû, kîjan alî xurtir dest biavêta dê bi dest bixista û ji bo vê yekê MC'yê got ez heme. Di deqîqeya 70'yî de xetaya defansa Bayernê bi ser wan bû cirmek mezin: Grealish gog ji Haalandê re şand, Haalandê ku her gav diavêt vê carê bi awayekî mikemel ji bo Bernardo Silva şand û Silva bi serê xwe encam bir 2-0'ê.
Vê yekê moralê Bayerniyan xira kir. Û gotina dawî karkerê mezin, tirsê qeleparêzan Haalandê ku di 7 maçên Lîga Şampiyonan de 10 gol avêtin bûn, got ezê îro jî biavîjim: 3-0.
Bi vê yekê MC bi avantaj derbasî maça duyemîn bû.
Maça din li Portekîzê di navbara Benfica û Interê de bû. Interê di nîveka duyemîn de 2 gol avêtin û bi avantaj vegeriyay mala xwe. Di deqîqeya 51'ê de Nicolo Barella, deqîqe 82'yan de ji penalti Romelu Lukaku gol avêt û ketin nava heyecana maça duyemîn.
Maçên duyemîn ên herduyan jî dê 19'ê mehê bêne lîstin. Serketî dê derbasî nîv fînalê bibin.
MAÇÊN SIBÊ
Li gor bernameya sibê, sibê li SPanyayê Real Madrid Chelsea dike mêvan. Li aliyê din li Îtalyayê tu tîmên îtalyan Mîlan û Napoli bi mazûvaniya Milanê dê bilîzin.
ÇAWA HATIN VIR
Yek ji favoriyên kûpayê Manchester City di Dora 16'an de Rb leipzing têk bir û hat vir. Dîsa yek ji favoriyan Bayer Munihê jî tîma mezin a Fransayê PSG têk biribû û hatibû het vir. Loma jî îro dê temaşevanan li maçeke serketî û xweş temaşe bikin.
Ji tîmên din Interê Porto, Benficayê jî Cbul Brugge têk biribû û hatibû çarîk fînalê.
Di dora 1'an de Napoliyê tîma alman E. Frankfurt, Milanê jî tîma îngilîz Tottenham têk biribû û hatibû vir. Real Madridê tîma îngilîz Liverpool, Chelseayê tîma alman B. Dortmund têk biribû û derbasî çarîk fînalê bûbû.
MAÇ LI KÎJAN KANALÊ YE?
Li Tirkiyeyê TV8,5 dê yekser bê şîfre maça Benfica-Interê belav bike. Maça din di kanalên bi şîfre de ye. Lê li gor bernameyê saet 1 û nîvê şevê maça MC û Bayernê ji bandê dê bê belav kirin.
Ji maçên sibê jî heman kanal dê maça Milan û Interê yekser belav bike, maça din dîsa ji bandê biweşîne.