Diyarname
HDP di bin banê Yeşîl Sol Partî de dikeve hilbijartinê. Ji bo vê yekê kesên dixwestin bibin berendam ji bo pêşberendamtî serî li Yeşil Sor Partî (YSP) dan. Niha dema serîlêdanê temam bû. Li gor agahiyên ji YSP'ê di vê demê de 2 hezar û 783 kesî ji bo pêşberendamtî serî li partiya wan dane. Ji van hezar û 147 kes jin in. Ji hemû hejmarê 310 kes ciwan û 57 kes jî astengbar in.
Yeşîl Sol Partî roja 9'ê avrêlê dê lîsteya xwe ya berendaman eşkere bike û 10'ê mehê jî teslîmê YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê) bike.
Lîsteya berendaman jî dê roja 11'ê mehê zelal bibe.