TEHRAN
Wergêr û nivîskarê navdar ê kurd Îbrahîm Yunisî roja 8'ê mehê li bajarê Tehranê wefat kir. Yûnisî ev çend sal bû ku bi nexweşiya alzheimer ketibû.
Dr. Yûnisî di sala 1925’an de li bajarê Bane ji dayik bûbû û xwedî zêdetir ji 10 berhemên nivîskî û 60 berhemên wergerê ye.
Yûnisî berî mirinê wesiyet kiribû ku cenazeyê wî li bajarê Baneyê veşêrin.
Xebatên siyasî yên Yûnisî bûbûn sedem ku rejima Pehlewî piştî Derbeya Leşkerî ya 28’ê Murdadê, wî bigirin û mehkûmê bidarvekirinê bikin. Yûnisî piştî şoreşa gelên Îranê yekem parêzgerê Sineyê bû.
Çend berhemên nivîskî yên Yûnisî:
1. Dildayî
2. Rûya bi rûya
3. Diya min du caran giriya
4. Kulav xewar û qereç
5. Goristana xerîban
6. Zivistana bê bihar
7. Bişkivîn di bax de
8. Dadê Şîrîn
9. Xema şev a bêdawî
10. Dua bo Armênê
11. Hunera çîrok nivîsiyê.
Ji ANF'ê hatiye girtin