Diyarname
Erdheja li Mereşê bandor li 13 mîlyon kesî kir ku ev hejmar, hejmara 11 bajarên erdhej lê çêbû. Ji wê rojê de ji van bajaran, bi taybetî jî ji Mereş, Semsûr, Hatay û bajarên din koç didome. Li gor agahiyên fermî heta niha 3.3 mîlyon kesî ji bajarên erdhejê koçî bajarên din kirine.
Li gor agahiyên ji herêmê tên gelek kesên ji Hatayê berê xwe dane Mêrsînê. Ji Semsûr û Mereşê gelekan berê xxwe dane Enqereyê. Ji hemû bajaran yên ku hatine Stenbolê jî hejmareke zêde ye.
AV TUNE YE
Li aliyê din ji herêma erdhejê banga pêdiviyan tê kirin. Ji Hatayê jî banga ava paqij hat ku ava vexwarinê li Hatayê peyda nabe.