Diyarname
Li Tirkiyeyê "Kizilay" (Heva Sor) di statuya komeleyê de ye. Di sala 1868'an de hatiye avakirin. Li Tirkiyeyê saziya herî mezin a alîkariyê ye. Rola wê ev e: Di rewşên lezgîn wekî erdhej, rabûna lehiyê û tiştên wisa de bi lezgînî baz dide alikariya mirovan. Lê di vê erdhejê rûyek din a Kizilayê derket holê.
Pêşî bi nûçeya "Kizilay kon nedane mexdûrên erdhejê û firotine Komeleya AHBAP'ê" belav bû. Kizilaya ku divê di cih de ew kon bişanda cihê erdhejê lê ev nekiriye, firotine komeleyek din û wê komeleye bi pereyên ku dane hev ev kirîne, birine belav kirine.
Ev çend roj in li Tirkiyeyê mijar ev e. Serokê AHBAP'ê hunermend Haluk Levent bi ser hesabê xwe re ev agahî piştras kir. Lê bi ser de jî got, "Me tiştên xwarinê jî ji Kizilay kirîn."
Û îro di rojnameya Cumhuriyetê de nûçeyeke din derket: Kizilay kincên ku dane hev jî firotine. Murat Agirel îro nûçe nivîsî û wisa got, "Li gor rapora Kizilay a sala 2021'ê saziyê di sala 2019'an de bi buhaya mîlyonek lîra kincên destên duyem (kincên kevn) û di sala 2020'î de bi buhaya 759 hezar tl kinc firotine! Ligel endamtiya lijneya Rêveberiyê midûrê giştî 98 hezar TL, cîgirên midûrê giştî 76 hezar tl meaş digirin. Heyf, pir heyf e... Yanê AHBAP yan jî saziyeke din li konan negeriya yan jî pere nedana Kizilay dê li bendê ba ku van konan jî bifroşe. Ez çûm bi ser û çavên xwe min dît, zarokên difişkin û ji ber vê ser û devên wan xwîn jê diçe. Dema min digot ne tenê Kizilay, hê heye, hûnê jî hesabê bidin min henek nedikir."