Li Misrê tîma navdar El Ehli û El Masri bi hev re lîst. Piştî maçê temaşevan daketin sehayê, pevçûn çêbû û di encamê de 74 kesî jiyana xwe ji dest da.
Komek alîgiran agir bi Stada Port Seîd xist, hin alîgir li derveyî stadê jî bûyer derxistin û dijberê rêveberiya leşkerî meşiyan
Kanala taybet a bi navê Modern Sport ku li Misrê weşanê dike ji rayedaran agahî giritye û dibêje ku dibe hejmara miriyan zêde bibe ji ber ku gelek birîndar rakirine nexweşxaneyê.
Hê nayê zanîn di nav kesên mirî de lîstikvan jî hene yan na lê hin çavkanî diyar dikin ku di nav birîndaran de lîstikvanên her du tîman jî hene.
Her wiha maça di navbera tîmên Zamalek û Îsmaîliye ku wê li Qahîreyê pêk bihata jî ji ber van bûyeran hat betalkirin.


