ENQERE
Helbestvan û nivîskar Murathan Mungan li Akademiya Siyasetê ya BDP'yê ders da û bal kişand ser zextên li ser BDP'yê û siyasetmedarên kurd. Mungan got ku ji ber êrîşên li ser siyasetmedarên kurd zêde bûne wî gotiye divê ew li vir be. Murathan Mungan, li Akademiya Siyasetê ya Navenda Giştî ya BDP'ê ders da. Mungan got: Divê gelê kurd li nasnameyê xwe xwedî derkeve, ger ku Kurdistanî wêje, huner û sînemaya xwe nenivîsine dê hinekên din li gor xwe binivîsin.
Di bin navê doza KCK'ê de gelek siyasetmedar û akademîsyen hatin girtin. Di çarçoveya kampanyayê de her hefteyê hin akademîsyen, nivîskar û helbestvan li Akademiyên siyasetê yên BDP'e dersê didin. Vê hefteyê jî helbestvan û nivîskar Murathan Munga bû mêvan û ders da.
Di dersê de Wekîlê Koma Meclisê ya BDP'ê Hasip Kaplan, Endamê Desteya Rêveber a BDP'ê Yuksel Mutlu û gelek kesên din amade bûn. Di destpêka dersê de Mutlu diyar kir ku demek nêzîk li dijî akademiyên siyasetê yên BDP'ê operasyon hatin lidarxistin û di çarçoveya van operasyonan de bi sedan mirov hatin binçavkirin. Yuksel got ku piştî van operasyonên li dijî siyasetmedaran 700 rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskar beşdarî kampanyayê bûn û operasyon şermezar kirin. Vê hefteyê jî nivîskar û helbestvan Murathan Mûungan tev li vê kampanyayê dibe.
'GER HÛN SÎNEMA Û HUNERA XWE NENIVÎSINN DÊ HINEKÊN DIN LI GOR XWE BINIVÎSIN'
Paşê Mungan dest bi dersa xwe kir. Mungan got ku her kes fikra wî ya siyasî dizane û wiha got: "Di demên dawî de zextên li ser BDP'ê û akademiyên BDP'yê zêde bûne. Piştî tundiyên li ser kurdan zêde bûn divê hin kes li hin cihan cih bigirin. Ji ber vê yekê jî ez niha li vir im. Nêrîna min a siyasî diyar e. Di salên 90'an de min di rojnameyên Ozgur Gundem, Ozgur Politika û Ozgur Yaşamê de nivîs nivîsandin. Di her tevgêrên azadiyê de pêdivî bi zanyar û siyasetmedarên têr û tijî heye. Divê li nasnameyê xwedî bê derketin. Ger ku hûn huner û sînemaya xwe nenivîsin dê hinekên din li gor xwe binivîsin.
Foto: DÎHA